2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyan li Efrînê dîsa 2 kes revandin

Li gorî saziya mafên mirovan li Efrînê revandina mirovan êdî bûye karekî bazirganiya qirêj ku ew komên paramîlîter mirovan direvînin da ku şantajê li malbatên wan bikin û fîdiye ji wan bixwazin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta tirk û çekdarên paramîlîter ên girêdayî wê şêniyê bi navê Nêçîrvan Mistefa Elî (37) yê ji bajarê Mabeta 22`yê Hezîranê ji pêşiya mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revand.

Her wiha hêza girêdayî komên çekdar ya bi navê “Polîsên Leşkerî” ciwanê bi navê Ednan Namî (26) yê ji gundê Eyn Hecerê Mezin 13`ê Hezîranê revandiye û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Rêxistinê destnîşan kir ku revandina şêniyan ji Efrînê didome ji bo ku malbatên wan şantaj bikin û li beramberî berdana wan fîdye bixwazin.