3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên DAIŞ`ê sûcên xwe mikur hatin

QSD`ê mikurhatinên 3 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên ku vê dawiyê hatibûn girtin, belav kirin.

Malpera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî mikurhatinên endamên şaneyeke DAIŞ`ê belav kirin. Dîmenên çeteyan jî tevî daxuyaniyê hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Ji dema tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografîk de li bajarokê Baxozê, şopandina û operasyonên ewlehiyê yên li dijî çeteyan li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya gelê me û destekdayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî dewam dikin û cihên wan tên hedefgirtin.

Demeke berê hêzên me bi operasyoneke ewlehiyê şaneyeke terorîst a xeternak ku ji 3 kesan pêk tê, bê bandor kir. Çeteyên di şaneyê de cih digirtin, bi rIya kemîn û mayînan hêzên me dikirin hedef û hewl didan tirsê di nava sivîlan de belav bikin.

Çeteyên hatine girtin têkildarî êrişên wan ên terorîst û aliyên plansaziya wan êrişan dikir û ew çete fînanse dikirin, li xwe mikur hatin.

Çeteyê bi navê Emar Mihemed El Heco sala 1993`yan ji dayik bûye, ji gundê Ehmediyê yê bajarê Dêr Hafir e û xwendina amadehî bi dawî kiriye.

Çeteyê navborî got sala 2013`yan çûye Tirkiyeyê, heta 2021`ê li wir maye. Dema li wir bûye, bi riya kesê bi navê Ehmed Ebû El Mecid DAIŞ nas kiriye û li ser dijberiya Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye perwerdekirin. Ew tev li perwerdeya 3 mehan bûye, piştre şandine Sûriyeyê. Destpêkê hatiye herêma Exterîn a Ezazê. Piştre jî hatiye bajarokê Keramê û dest bi avakirina şaneya DAIŞ`ê kiriye. Piştî salekê kesê bi navê Xelef Sayil jî tev li şaneyê kiriye. Wî kesî jî Xelef Şiwêt û Ebû Elî li komê zêde kirine û êdî bi hev re li dijî QSD`ê kar kirine.”

Terorîstê duyemîn jî bi navê Mihemed Şiwêt Hisên e, sala 1979`an li bajarokê Keramê ya Reqayê ji dayik bûye. Di nava mikurhatinên xwe de got: “Min li cem Xelef Sayil di çandniyê de kar dikir, li wir min ew nas kir. Piştre ez tev li DAIŞ`ê kirim. Wî hemû agahiyên der barê min de dan Emar, wî jî şandin berpirsê beşa ku tê de kar dike.”

Terorîstê din jî xwe wiha da nasîn: “Navê min Xalid Elî Silêman e, sala 1966`an hatime dinê. Ez li mala Mihemed Şiwêt dimam. Rewşa min a madî xirab bû, ji ber wê tev li DAIŞ`ê bûm. Wî ez bi kesê bi navê Emar El Heco dam nasîn, ew emîrê şaneyê bû.”

Çeteyê bi navê Xalid anî ziman ku piştî 10 rojan ji tevlêbûna wî ya nava DAIŞ`ê, Emar û Xelef agahî dane wî ku operasyon heye.

Şiwêt, der barê operasyona yekemîn de got: “Dema em li Keramê bûn, Ebdulselam (berpirsê leşkerî) ku li bajarê Cerablusê ye, çek û pere dişandin bajarokê Keramê. Li hember wê me operasyon li dijî HSD`ê pêk dianîn.”

Terorîstê bi navê Emar got wan çek, mayîn, madeyên teqemeniyê, çekên Kalaşnîkov, carcûr û bombe ji kesên din digirtin. Wan kesan ew çek û cebilxane li goristanan vedişartin, yên din jî dihatin û digirtin.

Li gorî mikurhatinên çeteyê bi navê Xalid, wan li ser riya Girê Spî li dijî şervanên HSD`ê êrişek pêk aniye û got: “Xelef li pişt me sekinîbû, wî çire pê dixist û îşaret dida me. Dema ku erebeyeke HSD`ê hat, min û Emar gul lê reşandin. Me nêzî 20 guleyan reşandin. Emar tenê 2 gule reşandin.”

Xalid Elî Silêman jî li xwe mikur hat ku wan li ser riya Menaxir a li bakurê bajarokê Keramê erebeyeke Hêzên Sûriya Demokratîk hedef girtiye, piştre erebeyeke din li ser riya Keclê, erebeyek jî li ser riya Reqa-Dêrazorê hedef girtine. Her wiha wan çeteyan li ser riya Menaxir bi riya mayînan erebeyek hedef girtiye. Xelef Sayil jî bi riya mayînan erebeyek din li ser riya Reqa-Dêrazorê ya rojhilatê bajarokê Keramê erebeyek hedef girt. Çeteyan li herêmeke rojavayî bajarokê Keramê jî erebeyeke HSD`ê bi guleyan hedef girt.

El Heco jî li xwe mikur hat ku wan li rojhilatê Keramê erebeyeke sivîlan hedef girtiye, da ku tirsê bixin dilê wan û wan li djiî HSD`ê sor bikin.

Çeteyê bi navê Mihemed Şiwêt jî got ku li Keramê civateke eşîran hebû, wan bi riya du motosiklêtan û mayînan ew civata eşîran hedef girt. Wan çeteyan mayîn li ser riya giştî çandin, dema ku erebe gihiştin wî cihî, çeteyan mayîn teqand, destpêkê erebeyê riya xwe temam kir lê piştre li kêleka rê sekinî û çete jî vegeriyan malên xwe.

Her sê terorîst di operasyoneke ewlehiyê ya hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Keramê yê li rojhilatê Reqayê, hatibûn girtin.”