16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê dîsîplînê careke din tecrîd îspat kir

Parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, diyar kir ku tu bingeha cezayê dîsîplînê yê hiqûqî û zagonî tune û ev ceza careke din îspat dike ku tecrîd heye. Ozturk destnîşan kir ku pergala Îmraliyê li gorî hiqûq û biryarên darazê pêş nakeve.

Zêdeyî 40 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Zêdeyî 25 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ji 2018’an heta niha  birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Lê hemû serlêdanên wan bê bersîv tên hiştin. Dîsa  birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê didin. Serlêdanên wan jî bê bersîv tên hiştin.

6 sal in cezayê dîsîplînê didin

Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bi hincetên “cezayên disiplînê” hevdîtina malbata Ocalan û girtiyên din red dikin. Rêveberiya  Girtîgeha Îmraliyê ji 2021’ê heta 2023’yan her ji 3 mehan carekê herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Rêveberiya girtîgehê û dadgeha Bûrsayê sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re parve nakin.

Di encama serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin de ji aliyê dadgehê ve hate diyarkirin ku di 18’ê tebaxa 2021’an de 3 meh, di 3’yê sibata 2022’yan de 3 meh, di 31’ê gulana 2022’yan de 3 meh, di 9’ê îlona 2022’yan de 3 meh cezayên dîsiplînê hatine dayîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28’ê Adara  2024’an de Serokatiya Lijneya Disiplînê “cezayê disiplînê” li Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12’ê nîsana 2024’an de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26’ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan dîsa red kirin. Îtiraza parêzeran a ji bo biryara “cezayê disiplînê” jî hat redkirin.

Herî dawî Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzer û malbatan a bi daxwaza hevdîtinê hatibû kirin da. Dadgehê, da zanîn ku Serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê tîrmehê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din careke din “cezayê disiplînê” daye.  Dadgehê hinceta “cezayê disiplînê” diyar nekir. Daxwaza agahî û belgeyan ên parêzaran jî red kirin. Parêzer dê li dijî biryara “cezayê disiplînê” li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîrazê bikin.

Daraz û hiqûqê dikin amûr

Endama Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Raziye Ozturk têkildarî cezayê dîsîplînê ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibire nirxandin kir.

Prz. Raziye Ozturk, anî ziman ku ji 2018’an heta niha ji her 3 mehan carekê bi hinceta cezayê dîsîplînê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê birîne destûr nadin ku malbat biçin Îmraliyê.  Ozturk, destnîşan kir ku herî dawî di 2016’an de jî dadgehê biryara qedexekirina hevdîtinê hem li malbatan û hem jî li parêzeran birîbû û wiha axivî: “2 sal şûnde dest bi cezayê dîsîplînê kirin û serdana malbatan a Îmraliyê qedexe kirin.”

Biryarên cezayê dîsîplînê  ji parêzeran vedişêrin

Parêzer Raziye Ozturk, destnîşan kir ku biryara qedexekirina serdana parêzeran ji 6 mehan carekê ji aliyê dadgehê ve tê dayîn û biryara qedexekirina serdana malbatan, ji 3 mehan carekê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê dayîn û wiha got: “Pergala Îmraliyê li gorî hiqûq û biryarên darazê pêş nakeve. Pergal li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî bi rêbazên siyasî û polîtîk tê rêvebirin. Qada Girtîgeha Îmraliyê bi temamî li dervê hiqûqê ye. Eger daraz hebe û biryarên darazê hebin jî wekî amûr tên bikar anîn. Her çend dadgeh biryaran bidin jî ew biryar ne rewa ne. Mînak dema em li cezayên dîsîplînê dinerin, li gel ku em dixwazin sedema wan fêr bibin jî tevî daxwazên me jî cezayan ji me vedişêrin û bêyî me vê pêvajoya ceza birêve dibin.  Her çend em bixwazin bi awayekî tev li pêvajoya îtîrazê bibin jî, ji ber em naveroka dosyayê dizanin û hinceta ceza nizanin bê wate dimîne. Lê dîsa em îtîraz dikin û mînakên dosyayan dixwazin.”

Di qanûn û zagonan de hincet tune

Parêzer Raziye Ozturk bibîr xist ku di zagon û qanûnan de hinceta ku dosyayan bi parêzeran re parve bike tune, lê dîsa dosyayê ji parêzeran vedişêrin û wiha lê zêde kir: “Li hemberî van kiryaran tu zagon tune ye. Lê dema Lijneya Dîsîplînê bidin wekî ku rewa ye nîşan didin. Tu bingeha van cezayan û veşartina dosyayan tune ye.”

Bingeha ceza tune ye li dijî zagonan e

Prz. Raziye Ozturk, bal kişand ser qedexekirina serdana parêzeran jî û ev agahî dan: “Di qedexekirina serdana parêzeran de hin prosedurên diyarkirî hene. Ji bo ku cezayê qedexeya hevdîtinê li parêzeran bibire, divê berî her tiştî ew parêzer carekê çûbe hevdîtinê. Eger ew parêzer çûbe hevdîtinê jî divê hevdîtinek rêxistinî be. Piştî vê hevdîtinê divê rêveberiya girtîgehê hişyarî kiribe. Piştî hişyariyê eger dîsa israr bike, divê vê rewşê ji dozgeriyê re bêje û piştî wê jî dadgeh biryar bide. Eger ev rewş li ser kijan parêzerî-ê hebe, divê der barê wî-wê parêzerê de ev biryara qedexeyê bê dayîn. Lê di cezayê xedexeya parêzeran a niha de qet hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. Ji bo 6 meh cezayê hevdîtina parêzeran bidin, divê berî her tiştî zemîna vî cezayî ava bike. Bêyî ku suc pêk bê ceza dibirin. Eger hebe jî, kijan parêzer suc kiribe, divê li wî-wê bê birîn. Parêzerek ceza xwaribe, nikare li parêzerê din ceza bibire. Divê ceza li parêzerê muxatab bibirin. Ji ber vê yekê cezayê dîsîplînê û cezayê hevdîtina parêzeran bi temamî li dijî hiqûqê ye. Ne rewa ye. Ne hiqûqî ye û ne jî zagonî ye. Eger mafekî wî asteng bikin, divê mafê wî yên din zêde bikin. Lê li vir dijberî vê yekê hemû mafê wî qedexe û asteng dikin.”

Rewşa OHAL’ê heye

Parêzer Raziye Ozturk, bilêv kir ku di serdema OHAL’ê de jî hemû mafê wî asteng û qedexe kirin û niha jî dixwazin wekî pêvajoya 2016’an a OHAL’ê qedexeyan berdewam bikin. Niha jî rewşa OHAL’ê dewam dikin. Li tu deveren cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Mandella di tecrîdê de bû. Lê her çiqas Mandella di tecrîdê de bû jî tu carî ew ji dîtina parêzeran mahrûm nekir. Li cîhanê mînakek bi vî rengi tune ye.”

Tecrîd li ser mafê hiqûqê jî heye 

Prz. Raziye Ozturk, bal kişand ser veşartina dosyayan a ji parêzeran û wiha lê zêde kir: “Di aliyê civakî û ragihandinê bi temamî têkiliya girtiyan û derve qut kirine. Tecrîdek fizîkî heye. Lê li aliyê din bi veşartina dozyayan a ji parêzeran tecrîda hiqûqê jî li ser Birêz Ocalan pêş dixin. Mafê hiqûqî jî tecrîd dikin. Tecrîd li ser hiqûqê jî heye. Dibin asteng ku girtî nikaribin ji mafê xwe yê hiqûqê jî sûdê bigirin. Dîsa destûr nadin ku parêzer mafê xwe yê pîşeyî jî bikin. Ji ber ku em naveroka ceza nizanin em nikarin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya hiqûqî jî bibin. Eger ev rewş derbasî qada hiqûqa navneteweweyî bibe, dê bêtir bi bandor be. Ji bo wê jî divê em naveroka dosyayan zanibin.”

Ozturk, helwesta CPT a li dijî tecrîdê jî nirxand û got: “Helwestek CPT her tim xwe dubare dike. Daxwaz û bendewariya me ya ji CPT em dixwazin mewzûata xwe pêk bîne. Eger dewletek aliyê peymanê be û bi israr ji pêkanîna pêşniyaran bireve, wê demê divê erka xwe pêk bîne. Dikarin rastiya li Îmraliyê bi raya giştî re parve bikin. Dikarin bibêjin Tirkiye peşniyarên pêk nîne.  Her tim Tirkiye wekî asteng nîşan didin.

Prz. Raziye Ozturk bal kişand ser helwesta  Wezareta Dadê ya  ‘Tecrîd tune ye’ jî û wiha  bi dawî kir: “Wezareta Dadê bi vê helwesta xwe dixwaze têkoşîna me paşve bikişîne û têkoşîna me lawaz bike. Her tişt li holê ye. Rastiya tecrîdê li holê ye. Em vê yekê li gorî xwe û ji ber xwe de nabêjin. Yê ku vê yekê pêk tîne raste rast Wezareta  Dadê u hikûmet bi xwe ye. Divê em li gorî wê rêya niqaş û mijarên xwe negûherînin. Dijberi vê yekê divê em têkoşîna li dijî tecrîdê bêtir xurt bikin.

Cezayê dawî yê dîsîplînê tecrîd îspat kir

Cezayê dawî yê dîsîplînê careke din hebûna tecrîdê îspat kir. Îspat kir ku ew çiqas înkar bikin jî tecrîd heye. Bingehek vî cezayî ya hiqûqî tune ye. Bi awayekî rêk û pêk hewl didin kirasekî hiqûqî lê bikin. Lê em ê dîsa vê yekê îtîraz bikin. Em ê serî li Dadgeha Cezayên Giran bidin.”