18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Çi li xalê min û kalê min hat?

Neviya Îbrahîm Çelîk Şevîl Çelîk tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bû û got: “Kalikê min Îbrahîm Çelîk û xalê min Edîp Çelîk çi li wan hat. Ez neviyê Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm.”

Dayikên Şemiyê/movên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin di hefteya 1007’an de careke din hatin cem hev. Dayikên Şemiyê  vê hefteyê jî bi qurnefîlên di dest xwe de û bi wêneyên xizmên xwe li Qada galatasarayê cihê xwe girtin. Lê gel çalakvanan siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengûl Demîr, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û gelek kes tevli çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên ku 30 sal berê li Êlihê ji aliyê Hîzbullahê ve ji malên xwe  hatin girtin û hatin windakirin, hat pirsîn. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn metna çapemeniyê xwend.

Ji aliyê Hizbullahê ve hatin revandin

Eren diyar kir ku di nav wêneyên ji aliyê xizmên kesên windakirin ve tên hilgirtin ji salên 90’î de li Galatasaray, Amed Koşuyolu û Kolana Êlih Gulîstanê wêneyên Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk jî hene ku ji aliyê Hîzbullahê ve ji êlihê hatin revandin û got, “Di şeva 10’ê Tîrmeha 1994’an 4 kesên bi rûpuş û biçek hatin mala Îbrahîm Çelîk. Van kesan bi hinceta ku cih nîşan bidin Îbrahîm Çelîk bi zorê bi xwe re birin. Edîp Çelîk ê 19 salî ji bo ku bavê xwe bi tenê nehêle jî li pey wî diçe. Dema bav û kur venegeriyan malê, malbatê bi fikar serî li cendirme û Midûriyeta Polîsan dide. Malbatê piştî bûyerê serî li dozgeriyê da û navê endamên Hîzbûllahê yên têkildarî bûyerê eşkere kir. Lê belê hemû serlêdanên malbatê bi ser neketin; Dîsa ji Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk tu agahî nehat giritn.”

‘Yên ku ew winda kirin bê ceza hatin hiştin û hatin parastin’

Erenê, diyar kir ku der barê serlêdanên hatine kirin de lêkolîn û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin û got, “30 sal in aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk di tarîtiyê de ye û yên winda kirine jî bê ceza tên hiştin û parastin. Em di hefteya xwe ya 1007’an de careke din bang li rayedarên siyasî û darazê dikin: Dest ji bikaranîna qanûna demboriyê berdin ku ji bo kujer bên darizandin û cezakirin.  Dest ji astengkirina lêgerîna heqîqet û edaletê ya xizmên windayan berdin. Ji bo ku aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk eşkere bibe berpirsyariya xwe  bi cih bînin. Çiqas sal jî derbas bibin em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

 ‘Kesên ev êş bi dapîr û dayika min dan kişandin bila bên dîtin’

Piştre neviyê Îbrahîm Çelîk Şevil nameya ku nivîsandibû xwend. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Ev 30 sal in dapîra min li kurê xwe û hevjînê xwe, diya min li bav û birayê xwe digere û wek neviyên wan em jî li  kal û xalê xwe digerin. Me qet kal û xalê xwe nedît. Em wan ji wêneyên wan nas dikin. Herwiha em wan ji rondikên çavên dapîr û dayika xwe nas dikin. Ez neviyek Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm. Çima ez li Galatasarayê me? Ez dixwazim bizanim ka çi bi kal û xalê min hat. Ez dixwazim gorek wan hebe. Ez dixwazim kesên ku bûne sedema vê êşa dayik û dapîra min bên dîtin û darizandin. Ez dixwazim edalet pêk bê. Weke malbata wî em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê hêviya xwe ya ji bo gihîştina wan winda nekin.”