7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîgira Hevserokên ESP’ê Beycan Taşkiran hate binçavkirin

Polîsan îro serê sibehê girtin ser malan, di serdegirtinan de cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran û 2 kesên din hatin binçavkirin.

Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok û keseka navê wê nehat zanîn hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’a Amedê. ESP’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Polîsan li ser malên cîgira hevserokên me Beycan Taşkiran û endama me ya SKM û MYK’ê Satiye Ok de girtin. Di malan de lêgerîn berdewam dike. 3 endamên me hatin binçavkirin.”