26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CÎK ji bo 9’emîn kongreya xwe li Almanyayê civîya

Civaka Îslama Kurdistanê (CÎK) li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bi beşdariya 145 delegeyan 9’emîn kongreya xwe li dar xist.

Civaka  Îslama Kurdistanê bi telebûna 145 delegeyan kom bu. Nûnerên saziyên baweriyê yên li Ewropayê  dixebitin û alimên ji Kurdistanê beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de ewil nûnerên sazî û baweriyên beşdar bûne peyamên xwe pêşkêş kirin.

Pêşî li ser navê rêxistina sîwanê ya êzidiyên li Ewropayê NAV-YEK’ê Hacî Çelîk axivî. Çelîk da zanîn ku kurdên misilman ên li Ewropayê xebatên xwe bi rêxistin bikin û saziyên xwe yên sazîbûnê xurt bikin, ji bo azadî û yekîtiya gelê kurd girîng e. Çelîk destnîşan kir ku rêxistinbûn û xurtkirina saziyên baweriya Mezopotamya, Anatolya û kurdan wê li dijî sîstemên ku senaryoyên tarî ji bo tinekirina gelê kurd li Rojhilata Navîn bibe mekanîzmayeke parastinê ya girîng.  Çelîk bi bîr xist ku zarokên gelê kurd ji bo azadiyê li çiyayên Kurdistanê bi hev re hevrêtiyê kirin û bi hev re berdêl didin û wiha got: “Çawa ku zarokên me li zindanan berdêlan didin û bi hev re li ber xwe didin, divê em civakên kurd li ser vê mîrateyê yekîtiya xwe ava bikin. Yekbûna saziyên baweriyê tê wê wateyê ku li Kurdistanê komkujiyên mîna Şengal û Kobanê neyên kirin. Li ser vê bingehê ez kongreya we silav dikim û serkeftinê dixwazim.”

Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê jî axaftinek kir û 9’emîn kongreya CÎK’ê pîroz kir. Kobanê destnîşan kir ku gelê kurd ê misilman weke qada girîng a têkoşîna azadiya Kurdistanê xwedî erkeke girîng e. Kobanê da zanîn ku xebatên ku alimên kurd ên misilman li ser esasê qebûlkirina Îslama rast û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd didin meşandin wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak.

Hafiz Ahmet Tûrhalli jî di kongreyê de axivî. Tûrhalli da zanîn ku dewleta tirk û dewletên dagirker ên Kurdistanê ji bo jiyana olî û jiyana civakî ya kurdan asîmîle bikin û ji bo desthilatdariya xwe guncan bikin projeyan çêdikin. Tûrhalli destnîşan kir ku dewleta tirk di sala 1925’an de bi Serhildana Şêx Seîd re projeyên tirkkirina gelê kurd çêkiriye û destnîşan kir ku stûna herî girîng a van projeyan jî pêkanînên olî yên li gorî feraseta senteza tirk-Îslamê ye. Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev proje heta salên 1990’î bi awayekî serketî bi ser ket, lê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya kurd pûç bû.

Tûrhalli bi bîr xist ku Têkoşîna Neteweyî ya kurd a ku di pêşengiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û ciwanekî pêşeng de dest pê kir, li hemberî vê yekê astengiyek çêkir û got ku pêvajoya ku bi tespîta Abdullah Ocalan a ‘Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye’ dest pê kir, encameke mezin bi dest xist. Lê belê li hemberî asîmîlasyon û dagirkeriyê kurdan helwest û berxwedaneke wiha nîşan da. Tûrhalli bi bîr xist ku Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di encama vê têkoşînê de dest pê kir û pêş ket û got ku gelek alimên kurd ên ku destek dane têkoşînê şehîd bûne. Tûrhalli destnîşan kir ku qada têkoşîna îslamî ya di bin pêşengiya CÎK’ê de li medreseyên Kurdistanê li dijî feraseta olî ya dewleta tirk a nijadperestî hatiye pêşxistin û ji bo parastina Îslama rast a ku ji aliyê Hz. Muhammed derketiye holê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Kongre piştî xwendina rapora xebatê û rapora darayî bi nîqaşan berdewam kir.

Kongreya 9. a CÎK’ê wê sibê bi rojeva hilbijartinê û plansaziya xebatên nû yên 2 salan dewam bike.