2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima dijîtiya hilbijartinên Rojava dikin?

Ji hikûmeta Şamê bêtir hikûmeta tirk li dijî hilbijartinan derdikeve. Heke ji destê dewleta tirk bihata wê wekî li bakurê Kurdistanê dike li wir jî qeyûm bavêtina ser wan şaredariyan.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê da xuyakirin ku li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan dibin, wan hilbijartinên 11’ê hezîranê, taloqî 8’ê Tebaxê kirine.

Ji roja ku Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê behsa hilbijartinên herêmî yên şaredariyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye û vir de dewleta tirk dest bi gef û fortên xwe kiriye û wan hilbijartinên şaredariya wekî hewldana parçekirina Sûriyeyê binav dike.

Ji hikûmeta Şamê bêtir hikûmeta tirk li dijî van hilbijartinan derdikeve wekî ku li welatê wî tê kirin. Heke ji destê dewleta tirk bihata wê wekî li bakurê Kurdistanê dike li wir jî qeyûm bavêtina ser wan şaredariyan.

Nerazîbûna hikûmeta Şamê

Hikûmeta Şamê ji xwe dixwaze li gorî sîstema xwe ya berê bêyî hilbijartin her şaredariyekê zilamekî xwe li ser tayîn bike, lewre ew li dijî van hilbijartinên demokratîk derdikeve ku tê de wê cara pêşî gel bi xwe hevşaredarên xwe hilbijêrin. Bêguman gaveke wiha wekî talûke li hemberî sîstema xwe ya berê dibîne û bi vê yekê li şûna ku zilamekî xwe yê baasî li wir bicih bike, wê gel nûnerê xwe yê rastî li wir hilbijêre.

Helwesta dewleta tirk

Dewleta tirk di vê dema dawî de armanckirin û reşkirina van hilbijartinan ji xwe re kiriye yek ji rojevên herî sereke û di hemû medyaya alîgir de di gotar û bernameyên cuda de ew antîpropagandaya wan hilbijartinan dikin.

Dema we dît ku dewleta tirk zêde bi ser tiştekî de diçe, gefan dixwe û nerazîbûna xwe di asta herî bilind de nîşan dide bizanibin ku ew tişt di xizmet û berjewendiya gelê kurd de ye. Destkeftiyên kurdan li ku dibe bila bibe herdem di hedefa dewleta tirk de ye. Herî dawî di van mehên borî de dîsa dewleta tirk gefan li rojavayê Kurdistanê dixwe û di xwaze pêşiya hilbijartinên şaredariyan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bigire.

Ew jî girîngî û pêwîstiya van hilbijartinan nîşan dide û dewleta tirk baş dizane ku ew hilbijartin di rêya avakirin û bihêzkirina rêveberiya herêmî de dê bibe destkeftiyeke din a Rêveberiya Xweser. Lewre jî wekî li hemberî hemû gavên ku rê li ber bihêzkirina destkeftiyên kurdan û xelkê herêmê li hember van hilbijartinan jî dest bi gef û tehdîdên xwe kiriye.

Bêhna genî ji devê wan tê

Lewre dîsa qaje qaj li rayedarên dewleta tirk ketiye û Kurdistanê wekî “Teroristan” bi nav dikin, rêveber û pêşengên kurdan wekî qaşo binav dikin û devê kê ji wan vedibe bêhna genî jê difûre. Kef û girêz bi devê rayedarên faşîst ketiye û dibêjin em ê bi hemû hêza xwe li dijî wan hilbijartinan derkevin. Ma em ê heta kengî vê bêhna devê we ya genî tehmûl bikin. Kê dîtiye ku li welatekî din hilbijartinên herêmî çêdibin û welatekî din bêje ‘Ez wan hilbijartinan qebûl nakim.’ Bi çi mafî bi çi heqî bi çi zagon û qanûnan bi çi irf û adetan hûn wê yekê dikin? Hûn kîne, hûn çi ne ji ku hatine ser vê axê? Ma em ê heta kengî bêhna devê we yê genî tehmûl bikin?

We bivê jî nevê jî wê gelê kurd û hemû gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha biratiya gelan gav bi gav pergaleke demokratîk ji xwe re ava bikin. Gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê wê heta dawî parastina destkeftiyên xwe bikin. Ew destkeftiyên ku bi xwîna hezaran ciwanên gelên herêmê hatine bidestxistin wê heta dawî werin parastin.