18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima komên nêzî HUDA PAR’ê li Amedê êrîşî kargehan dikin

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya der barê êrîşên Komên nêzî HUDA PAR’ê de got: “Xuyaye ku dewlet araste dike. Divê sekneke rêxistinkirî li dijî van êrîşan hebe.”

Li Amedê êrişên li dijî kargeh û komên cuda didomin. Êrişên ji hêla komên nêzî HUDA PAR’ê ve tên organîzekirin, cara ewil di 9’ê hezîranê de li dijî dibistana dansê ya Swing Amedê hate kirin. Di 22’yê hezîranê de jî li dijî şaxên Starbucks û Burger Kingê êriş hatin kirin. Demekî kin piştre gef li jinên di sîteyekê de ketin hawîzê hatin xwarin. Herî dawî di 11’ê tîrmehê de jî li Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûrê êrişa çekdarî û bombeyî li dijî kargehên Karga û Hewşê hatin kirin. Ji êrişkarên şaxên Starbucks û Burger Kingê yên hatin binçavkirin tevek piştî îfadeyê hatin hatin berdan. Di êrişa bombeyî ya li dijî kafeyan de jî 3 kes hatin girtin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Kaya û Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî êrişan axivî.

‘Xuyaye ku dewlet arste dike’

Parlamenter Adalet Kaya cînayetên di salên 90’î de ji hêla Hîzbûllahê ve hatine kirin bi bîr xist û got ku êrişên niha dişibin wan êrişan. Kaya, diyar kir ku şêweyê jiyanê yê gel hedef tê girtin û gotina parlamenterê HUDA PAR’î ku ji bo êrişa li dijî xwendekarên dansê digot “Gel aciz bûye û êrişeke wiha kiriye” bi bîr xist. Kaya, anî ziman ku piştperdeyeke van êrişan heye û wiha pê de çû: “Dema em li tevahiya van rêbazan dinêrin, dibînin ku hewl didin hafizeya salên 90’î zindî bikin. Û dewlet bi heman motîvasyonê araste dike.”

‘Divê em bi rêxistinî li dijî van êrîşan rawestin’

Kaya, daxuyand ku li gelek taxên Amedê bi piştgiriya dewletê “perwerdeyên cemaetan ên veşarî” tên dayîn û ev nirxandin kir: “Hatin parastin û xwe birêxistin kirin. Hem li hundir hem li derve li dijî kurdan bendewariyên Tirkiyeyê yên mezin ji van komên selefî heye. Komele îro xwe di bin navê partiyên siyasî de birêxistin dikin. Divê li dijî hemû cureyên tundiyê yên van komên selefî seknekî birêxistinkirî û zelal were nîşandan. Divê malbat bikarin zarok û ciwanên xwe biparêzin.”

‘Hûn hevkarê desthilata ku Israîlê xwedî dike ne’

Kaya, destnîşan kir ku ji bo hinek êrişên tên kirin êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê weke hincet tên nîşandan û wiha pê de çû: “Jixwe hûn bi îktîdara ku Îsraîlê xweyî dikin re hevkariyê dikin. Ma qey gel nizane bê ka kîjan hêz li pişt we ye? Dizane. Dizane bê ka vê cisaretê ji ku digirni. Gel dizane ku îktîdar çavê xwe ji wan re digire, cisaretê dide wan, pêşiya wan vedike, wan xweyî dike û mezin dike. Kesên dê li dijî Îsraîlê çalakiyê bikin, bila ji ewil li dijî îktîdarê bikin. Ji ber ku piştevanên herî mezin ên Îsraîlê îktîdara AKP-MHP’ê û sermayedarên wan mezinkirin in. Şîrketên zarokên wan in. Ev tevek jî ji bo wê ye ku berê civaka me bidin hev, dabeş bikin û bi hev bidin şerkirin. Ev ne tiştekî nû ye. Bendewariyên pir mezin ên îktîdarê ji rêxistinên selefî heye. Lê gelê me dê nekeve vê xefikê. Em ê li dijî vê bi rêxistiniyeke mezin bisekinin.”

‘Dixwazin rewşê vegerînin wekî salên 90’î’

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got ku êrişên tên kirin êrîşên plankirî ne û gotina wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu ku digot “HUDA PAR projeya dewletê ye” bi bîr xist. Şahîn, wiha domand: “Ev tê çi wateyê? Hewl didin nîşan bidin ku dê cînayetên kiryarnediyar ên salên 90’î dîsa bidomînin û vegeriyane wê rewşê. Li gel vê, dixwazin gel bêzar bikin û demografyaya xaka me biguherînin. Em baş dizanin ku heke piştgirî nebe ev kom nikarin li vir bi tu awayî îfade jî bikin. Bi taybet jî êrişî şêweyê jiyana sekuler a civakê dikin, hewl didin hestên manewî yên mirovan bi kar bînin.  Lê tu cihê van kesan di nava civakê de nîne. Dê bi tu awayî nekarin bi ser kevin.”

‘Kolan ên me ne’

Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewcehiya civakê bi aştiyê heye. Yên ku îro bi bombekirina kafeyan hewl didin zextê li civakê bikin bila vê yekê baş bizanin; vî gelî salên 90’î jiya û bi tu awayî prîm neda û dê nede. Hem li herêmê em ê tevî gelê xwe birêxistin bibin hem jî dê bi xebatên li Meclisê sekna xwe nîşan bidin. Kolan her tim ên me ne û dê her yên me bin. Ev komên selefî li Rojhilata Navîn ji hêla gelê kurd ve hatin tunekirin. Divê baş bizanin ku dê li vê derê nekarin bi heman awayî bi rehetî tevbigerin.”

‘Divê lêpirsîneke bi nabdor were meşandin’

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî êrişên tên kirin weke hewldanên nebaş ên li dijî aştiya civakî nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Em van êrişan qebûl nakin. Di demên dawî de ev êriş zêde bûn. Zêdebûna van êrişan eleqeya xwe bi polîtîkayên civakî, aborî û siyasî heye. Divê dev ji polîtîkayên zirarê didin aştiya civakî û pêkvejiyanê berdin. Divê hemû beşên civakê bertek nîşan bidin û lêpirsîneke bibandor bê meşandin. Bi cezakirina faîlan dikarin rê li ber vê pêvajoyê bigirin.”