2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çînê sedema xwepêşandanên li welatê xwe bi hêzên derve ve girêda

Piştî gurbûna xwepêşandanan û daxwaza xwepêşandêran a istîfakirina serokê Çînê, dîsa rayedarên dewletê li stratîjiya sifir Covîd vegeriyane û li tevdîrên tund vegeriyane.

Çînê xwepêşandanên li welatê xwe ên li dijî tevdîrên tund ên ji bo Covîd 19 bi welatên derve ve girê da û got ku ‘ Hin hêzên xwedî armancên ne diyar’ li pişt van xwepêşandanan e . her wiha da xuyakirin ku ew hêzên derve xwestine ku tevdîrên li dijî Covîd 19 wekî sedema derengmayîna di agirê mezin ê li Xinjiang de nîşan bidin.

Lewre jî bi vê girêdana di navbera tevdîrên Covîdê û şewata mezin a li Xinjiang ya êvara roja pêncşema borî di nava gel de bûye cihê nerazîbûn û xwepêşandanan.

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Çînê di encama nerazîbûnan de li hin deveran tevdîrên tund ên Covîdê sivik kiribûn lê piştî gurbûna xwepêşandanan û daxwaza xwepêşandêran a istîfakirina serokê Çînê, dîsa rayedarên dewletê li stratîjiya sifir Covîd vegeriyane û li tevdîrên tund vegeriyane.