28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Mominê ya 700 salan

Ji bo ku mirov çîroka van kulîlkên bi navê Gulbixwîn, gulnûxwîn, şilêr an jî şênî baş nas bike divê pêşî mirov çîroka biêş a keça koçer Mominê nas bike û bibîne ka çi bi serê wê hatiye

Min ji pênûsa jineke ku di nava agir de weke perperokekê da ku sir û nihêniyên agir fêr bibe direqisî bihîst. Ew jina bi eşqa agir hesiyayî û di nava wî agirî de behsa geşbûna rojê dikir. Ew jin dema dibû pêt û agir, di lênûsa xwe de bi eşqeka mezin nivîsîbû. Wê jinê wiha digot;

Kurêjaro, navê çiyayekî li Zagrosan e. Li wê derê kulîlka bi navê gul derxwîn, gulnûxwîn, şilêr an jî şênî her cih û derên wî çiyayî bi hemû rengên xwe dixemilîne. Ew kulîlk weke jina kurd û Kurdistanê ye. Çar nav lê hatine kirin. Li ser kokekî çar kulîlk xul bûne. Weke jinên kurd pişta xwe dane hev. Weke walatê xwe çar parçeyan pişta xwe dane hev. Erê li ser kokekî çar kulîlkên bi heman rengî, bi heman eslî sing ji hev zivirî, pişt li hev û sitûxwar.

Çi bû çiroka wê kulilkê, wê jinê û wî walatî. Ji bo çi ewqas stran, destan çîrok, helbestênji pesina wan ji bo çi hatiye kirin. Gelo ji bo parçebûn û stûxwariyan an jî meth û pesin têne dan. Min gelek lêkolîn û vekolîn li ser wan kirin û min zanî ku ketina jinê ketina welat û ketina hemû xweşikbûnên jiyanê ne. Stûxwarbûna gulderxwînê jî ji bo jineke bi destê biran ji jiyanê ketiye sonde. Sonde ji bo eşqekê. Gava ew roj hat dê xwe bike yek û li xwe bizivire. Dê biwêre her çar parçeyên welatê wê jî li xwe vegere û lihev bizivire. Sond li ser Mominê ye, peyam bi xeyalên Mominê ye. Dê eşq weke xwezayê be. Lê Mominê kî ye. çi ye çîroka Mominê.

De ka em li çîroka Mominê binêrin. Ka ji bo ku ew kulîlk ewqas êşandiye ku stûxwar disekine, ew jina di nava wî agirî de direqisî ewqas pê bandor bûye. Ew jina bi eşqa agir direqisî û behsa geşkirina rojê dikir ji bo çi xwe û jinên welatê xwe dişiband wê kulîlkê. Têkiliya wê kulîlka gulderxwîn û Mominê çi ye.

Hebû tunebû, ciyê çîroka Mominê lê derbas dibe zozanên li serserê çiyayên herî bilind ên ji çiyayên Kurdistanê ye. Bilindahiya herî li jor û li zozanên hênik. Ew der çiyayê Cîlo ye û çîroka hefsed salan e. Ava wê, xweşikbûna wan zozanên bêhempa û bêlome ye. Ew mekanê eşq û evînên bijûn û xemla koçeriyên bi bêrî û bêrîvan in. Ew zozanên herêma Gevera rengîn a ji bajarê qedîm ê Colemêrgê ye. Zozanên terazina Meydan Belekê bîst û pênc kîlometro dûrî Geverê ye û ji bajaroka Xirwata Kerem Axa ber bi çiyayê Cîloyê ve bilind dibe. Li wan zozanên bilind sê gol hene ku yek ji wan navê xwe ji navê Mominê digire û weke eşqa Mominê di navsera wî çiyayî de veşartiye. Çîrokeke veşartî bi hemû neyîniyên xwe ve di navsera wan zozanên xweş de hîs û hestên ecêb dide wê herêmê. Ji ber vê yekê li herêmê yê ku nav û dengê Mominê nizane û nebihistiye nîne. Çîroka Mominê weke olandinekê di teht û zinarên çiyayên Cîloyê de dimîne.

Mominê, keçeke koçer e. Ji eşîreke xurt û navdar a ku ji başûr hersal ber bi zozanên terazinê ve tên û li wir bi cîh dibin. Mominê xwişka sê bira ye di zaroketiya xwe de ji xweza û sewalan hez dike. Di çardehsaliya xwe de dibe bêrîvan û jiyana wê di nava pez de derbas dibe. Bêrîvaneke çeleng û jêhatiye. Xweşikbûn, delalî û çelengiya wê dibe armanca hesûd û fesadan û kûrê axayê eşîrê. Kurê axayê eşîrê wê dixwaze lê dilê Mominê li ser lawikekî êtîm û sêwî ye. Guhê wê li kurê axa û dewlemendiya wî nîne. Ew tenê guh dide dilê xwe û ji wî lawikê sêwî hez dike. Xwedî eşqeke bêpere text û kock û dîwane. Ew ê eşqa êtîmekî li ser textê dilê xwe daye rûniştandin. Ji ber wê yekê Mominê bibû armanca xêrnexwazan.

Rojekê miyek dimire û hindî şivan û birîva dikin û nakin ew berxika ku maka wê miriye guhanê tu miyan namêje. Wê demê Mominê wê berxê digire gel xwe û pêve mijûl dibe. Ew jî wê berxikê li nava pez digerîne û guhanê hemû miyên di nava keriyê pez de dixe devê wê de lê ew namêje. Mominê xemgîn dibe berxa bêmak dê ji bêşîrî bimire. Dikeve nava fikaran lê tu rê û rêbazê peyda nake ku hinek şîr biçe zikê wê berxikê. Berxik jî ketibû rewşa ew lawikê ku Mominê aşiqî wî bûbû. Ew jî êtîm û sêwî bû. Êtîm û sêwîtî weke bêxwedî û bêxwedanî bû. Ev rewşê dilê Mominê disot û ew lawik dianî bîra wê. Ji ber vê yekê ji bo ku ew berxik bijî kete nav hewldanekê.

Mominê bi aqilê keçeke çardeh salî li gorî xwe rêyekê ,rêbazekê digere û biryara mijandina wê berxika sava ya li ber sîngê xwe dide. Pêsîra xwe derdixe û têxe devê wê berxikê de û dimêjîne. Mominê dia ji Xwedayê xwe dike da ji bo wê berxika sava şîr bikeve memikên wê. Bi saetan wê berxikê bi memikên xwe dimêjîne heya ku Xweda wisa hez dike şîr dikeve memikên wê. Mominê êdî rojê sê caran wê berxikê bi sîngê xwe dimêjîne û wê têr dike. Bi şîrê Mominê berxik zivirîbû jiyanê lê ji bo jiyana Mominê xeteryeke dijwar derxistibû holê. Delalî, xweşikbûn û çelengiya Mominê rê dabû hesûdî û fesadiya şivan û bêrîvanan. Bayê hesûdî û fesadiyê weke bablîsokekê li ser zomeya wan digeriya û navê Mominê dikire benîştê ser zimanan. Kurê axa jî hêz dida wî bablîsoka fesadî û lomeya.

Rojeke ku birayê Mominê behsa çelengî û jêhatîbûna wê dikir. Jinbira wê dixwaze ku hemû nîqaşên li ser Mominê di nava zomê de, di rêya bêrî û bêrîvanan de têne kirin ji bo hevjînê xwe ango, birayê Mominê bêje.

Jinbir dimîne li benda demeke guncav û dema fersend dibîne bi rengekî ecêb ji birayê Mominê re dibêje.

Camêr, zomeya me bi behsa wê xwişka we ya ku hûn he roj pesn û methên wê dikin dikele. Şivan, bêrîvan û derdor dibêjin Mominê ji yekî hezkiriye ji wî bi halekî ketiye û zarok ji ber çûye. Nişana wê ew e ku memikên wê ji şîr tejî û mezin bûne. Bersîngên kirasê wê ji şîr şilbûye. Her kes pê agahdarbûye û bi şev û roj lomeya dikin. Dibêjin nepêkan e ku xebera bav û birayên wê pê nebe lê bêdeng dimînin. Çi bênamûsyek û bêaryeke mezin e. Qet ne di xema Mominê de ye ku dê bi bênamûsiya kirî serê bav û birên wê biçeme. Heroj bi hinceta komkirin û bihênkirina gulderxwînan diçe derdorên zomê û bi yarê xwe re bênamusiya dikin.

Bi wan peyvên jinbira Mominê, bav û birayên wê dîn û har dibin. Hawara dayika wê kar nake meclîsa bav û bira li ser jiyana Mominê kom dibin. Bav dibêje meseleya birane hûn namûsa xwe paqij nekin hûn ne kurên min in. Birayê mezin sond dixwe bi telaqan ku dê Mominê bikujin. Birayê navîn sondê bi quranê dixwe ku dê Mominê bibin ciyê ravê û wê bavêjne avê. Birayê biçûk sond bi heft cûzûkên quranê sond dixwe ku Mominê nabe bûk.

Sê birayên ji hêrsa sorbûne ji mal derketin û bo kuştina Momine qesta nava bêrîvana kir. Qîrîna dayika wê li teht zinarên çiyayê Cîlo dida. Lê dayika reben dikir û nedikir nedikarî hersê kurên xwe yên ji bo kuştina Mominê sondxwarî bisekinîne. Hindî dibêje bêbextîne, Mominê tu qebahet nekirine wê tenê berxê sava mêjandiye herkes bi vê agahdar e. Şîrê ku pêsîra wê şilkirî ji ber mêjandina berxikê ye. Xwişka we bêguneh e. Hê biçûk e. Lê guh nadin diya xwe û ji bo kuştina Mominê dibezin.

Dema Mominê wan birayên ji hêrsê sorbûne dibîne ku bo kuştina wê tên. Alîkariyê dixwaze lê tu kes bi hawara wê naçe. Mominê kevirekî digire destê xwe û dixwaze xwe biparêze. Lê sê bira digihine Mominê û wê didine ber xenceran. Mominê dikujin û bilez hema li ciyê lê dikujin mezelê wê dikolin. Lê dema herkes bi kolana mezelê Mominê ve mijûle berx ber bi pez ve tên û her berxek diçe ber maka xwe. Berxa Mominê di mêjan dijî tê û devê xwe dixe paşila Mominê û memikê wê dimêje. Wê gavê herkes dizane ku Mominê bêsûc e bêguneh e. Lê Mominê êdî miriya destê biran e û mezelê wê tê kolandin. Tê gotin ku bi kuştina Mominê re hemû xweza diheje ,serê hemû gul û kulîlkan diheje. Ji wê rojê de ye giyayên li wê heremê bi rengê xwînê sor şîn dibe. Ji wê ye avên wan hersê golên li terazinê dikele û tama xwe xira dikin, Ji ber wê yekê ji wan golan re dibêjin Avgenîk. Dibêjin wê rojê kulîlka gulderxwîn jî rengê xwe sor dike û stûşikestî dibe. Ji wê rojê de ew wisa ji bo jinekê stûşikestî disekine. Dibêjin ew berxikê ku Mominê ew bi şîrê xwe dimêjand dema Mominê têxin mezel ew pêkolê li mezel dike û dixwaze Mominê ji mezel derbixe. Dibêjin şopên lingên wî berxikê hê li ser kevirê mezelê Mominê hene. Lê dema dizane nikare Mominê bizivirîne jiyanê ew jî dest ji jiyanê berdide. Tiştik nedixwe ne vedixwe û piştî du rojan ew jî dimire. Wî berxikî jî li rex mezelê Mominê vedişêrin. Êşa Mominê bandor dide eşîrê û êdî ew eşîr ji bo zozanan naçe çiyayê Cîlo da ku bi sucê xwe ve rû bi rû nemîne.

Strana ku dayika Mominê li ser wê gotiye hemû çîroka Mominê di nava xwe de dihewîne. Mominê helbest e, stran e, çîrok e û govend e. Tu kes wê eşîrê û wan bira an jî wan jinên fesad nasnake lê herkes Mominê nas dike. Çîroka wê helbest, stran û govenda wê dizane. Ka em li strana diya Mominê binêrin. Ew stran ji çarde bendan pêk tê lê em çend bendan binivîsin.

Mominê heda heda yar Momê dayê

Kulîlka li serê zomê sebra dinyayê

Gundiya kirin lomê can cana dayê

Şertî birayê mezine yar moma dayê

Sond xwarî bi mal û jine sebra dinyayê

Dê momê bikujine can cana dayê

Şertî birayê navî ye yar momê dayê

Dê momê bene ravê sebra dinyayê

Dê momê bavne avêye can cana dayê

Şertî birakê piçûke yar momê dayê

Sond xwarî bi cûzîke can cana dayê

Mominê nake bûk sebra dinyayê

Mezelê momê di rê de yar moma dayê

Heçiyê hat tevrek lêda can cana dayê

Dê momê kene tê de yar moma dayê

Wê jinê bi eşqa perperokê xwest ku sira agir û rojê, sira gulderxwîn û wî welatî fêm bike, ew çirok jî bi rojê re geş dibû. Wê jinê behsa Mominê dikir û digot, êdî jin bihêze, welat bihêze û guldexwîn ji bo azadiya jin û welat bûhnê dide. Jin jiyan azadî xeyalên hemû jinan e.