5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka wêneyan: Azadî yan jî bindestî

Ev wêneyên li nava dilê başûrê Kurdistanê di çapemeniya kurd û medya dijîtal de belav bûn, dilê gelek kesan êşand û di nava civaka kurd de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.

Carinan hinek dîmen û wêne derdikevin pêşiya mirovahiyê bi salan ji hiş û mejiyê mirovan dernakevin. Piranî dîmen û wêneyên bi vî awayî bandorê li mirovan dikin tijî êş, xemgînî û zordarî ne. Lê belê carinan jî bêhna berxwedan, serhildan û serkeftinê ji wan dîmen û wêneyan dibare. Dîmen û wêneyên di encama şer û serhildanan de derdikevin dibin sembola wan jî. Li ser meselê tabloya Picasso ya bi navê Guernica bû sembola şerê naxweyî yê li Îspanyayê. Piştî bombebarana Naziyan, Picasso ji bo faşîzma Naziyan şênber bike Guernicayê çêdike. Werhesil dîmen û wêneyên bi vî awayî pir hene. Dibe ku heta niha wênesazeke/î faşîzma dewletên dagirkerên Kurdistanê şênber bike û dane berçavan derneketibe, lê her roj zilm û faşîzma dagirkeran dikeve ber objektîvên kamerayan. Ji Helebceyê  heta roja îro bi hezaran dîmen û wêne hene ku komkujiyên dagirkeran berbiçav dikin. Bi hezaran dîmen û wêne hene ku bêwijdanî, bêexlaqî, zilm û zordariya li ser welatê me tê meşandin şênber û berbiçav dikin. Ev dîmen û wêne sembol in, wêne şênber dikin, wêne rastiyan vedibêjin, wêne zilm û faşîzma dagirkeran tazî dikin. Ji dîmen û wêneyên serjêkirina mirovan bigere heta tazîkirina cenazeyan, ji bikaranîna çekên kîmyewî heta cenazeyên di qutî û sarincan de her roj hovîtiya dagirkeran şênber dibe. Dewla serê dîmen û wêneyan heqîqet zelal dibe. Her çiqas desthilat dixwazin rastiyan berovajî bikin jî di carekî de dîmenek an jî wêneyek derdikeve holê û derewên wan serobino dike. Heke wêneyên Kemal Kurkut nebûna ku di newroza Amedê de hat qetilkirin, wê dewleta tirk Kemal Kurkut wekî “terorîst” nîşan bidaya.

Ev nivîs jî wê behsa çend dîmen û wêneyan bike ku di pêvajoya hilbijartinên xwecihî yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de derketin holê. Piştre jî wê behsa wêneyên li Hewlêrê derketin bike. Di pêvojaya hilbijartinan bêguman li Kurdistanê peymana tirkitiyê li ser kar bû. Lewre hemû partiyên tirkan li hemberî dizî, hîle û dolabên dewletê bêdeng man. Her çendî Ozgur Ozel şeva hilbijartinê bi çend gotinan qala dizên dewletê kiribe jî bêdengiyeke giştî di çapemeniya tirkan û demokratên tirkan de hebû/heye. Li hemberî bêhiqûqiya li Kurdistanê hatî meşandin rola xwe lîstin û li kêleka dewleta xwe cîh girtin. Ew kesên dewla serê kurdan bûn partî û di hilbijartinan de bûn parlamenter jî li kêleka peymana tirkitiyê cihê xwe girtin. Lêbelê civaka kurd di ferqa vê yekê de bû/ye. Kurd zanin ku peymana tirkitiyê di çarçoveya bêhiquqiyên li Kurdistanê de hatiye amadekirin. Tirk û demokratên tirk dernakevin derveyê vê peymanê. Lewre di her derfetê de helwesta xwe nîşan didin û peymana wan teşhîr dikin.

Di hilbijartinan de dîmena herî balkêş berteka gel a li hemberî dizên dewletê bû. Li Şirnexê zilamê gotî; “Konûş, sen nêrelîsîn (Biaxive, tu ji ku derê yî)” şemaka herî mezin li rûyê dagirkeriyê da. Bêguman heta ku peymana tirkitiyê li Kurdistanê hebe, em ê ti carî vê gotinê ji bîr nekin. Piştî xalê şirnexî berxwedana Wanê dest pê kir. Teşhîrkirina peymana tirkitiyê bi kenê ciwanê Wanî berdewam kir ku du polîsan desteser kiribûn. Wêneyê xalo sembola berxwedanê bû û wêneyê ciwano jî bû sembola serhildanê. Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî bû encama van herdu dîmenan. Berxwedana gel bi xwe re serhildan anî û serhildanê jî proje û stratetejiya faşîzmê vê qaskî têk bir. Lê belê bêguman dek û dolabên faşîzmê xilas nabin. Lewre divê ev berxwedan û serhildan domdar bin.

Piştî van herdu wêneyên sembola berxwedan û serhildanê çend wêneyên ecêb li başûrê Kurdistanê ketin rojeva kurdan. Ev wêneyên li nava dilê başûrê Kurdistanê di çapemeniya kurd û medya dijîtal de belav bûn, dilê gelek kesan êşand û di nav civaka kurd de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Wêneyên ala tirk li ser keleha bilind a Hewlêrê bûn sedema bertekan. Ev wêne jî bûn sembola bindestiyê. Bi van wêneyan rêveberiya başûrê Kurdistanê mêtingeriya dewleta tirk a dagirker erê dikir. Bêguman ti kesî fêm nekir ku çima rêveberiya başûrê Kurdistanê tiştek wiha kir û paytexta başûrê Kurdistanê bi alên tirkan xemilandin. Dema berê serokkomarên dewleta tirk diçûn bakurê Kurdistanê walî û rêveberên wan hemû kolan û rêyan ala sor daliqandin. Di serdema qeyûman de jî kolan rêyên bajarên kurdan bi alan û wêneyên Erdogan dagirtin. Li van bajaran ev al û wêneyên Erdogan bûne sembola kuştin, dagirkirin û zordariyê. Heke kurdekî/e ji Hewlêrê di nav bajarekî bakurê Kurdistanê re derbas bû, pir alên sor û wêneyên Erdogan dît, bila bizanibe ku li ser xwişk û birayên wî/ê zilm, zordarî û faşîzm heye. Bila bizanibin ku bakurê Kurdistanê hê di bin dagirkeriyê de ye. Lê heke li başûrê Kurdistanê bibîne, divê destûrê nede ku ew jî bikevin heman rewşê. Dîmen û wêneyên bi vî awayî serxwebûna başûrê Kurdistanê dixin xetereyê û gelek pirsan di serê mirovan de ava dikin. Gelo ma Erdogan serokkomarê başûrê Kurdistanê ye jî heta ku rêveberiya başûrê Kurdistanê bûn sedema van wêneyan. Gelo ma rêveberiya başûrê Kurdistanê walî an jî qeyûmên Erdogan ne ku li nav dilê Kurdistanê alên Tirkiyeyê bilind dikin. An jî qey rêveberiya başûrê Kurdistanê bûye mêtingeha Erdogan? Her dîmen û wêne di nav xwe de tijî pirs in. Keleha Hewlêrê bi serbilindiya xwe ya bi hezaran salan hemû pirsên berê xwe didin xulamtî û bindestiyê red dike. Lê divê rêveberên kurd vê yekê nekin û nebin sedeman wêneyên bi vî awayî.

Ev hersê dîmen û wêne behsa azadî, bindestî, berxwedan, serxwebûna me dikin. Çîroka van dîmen û wêneyan çîroka azadî û serxwebûna me ye. Ango ev dîmen li gorî cîh, dem û mekana xwe dikarin bibin sembola azadî, berxwedan, serxwebûnê di heman demê de dikarin bibin sembola bindestî û xulamtiyê.  Redkirina sembol û faşîzma dagirkeriyê azadî û serxwebûnê ye, bilindkirina sembolên dagirkeriyê jî binpêkirina azadî û serxwebûnê û qebûlkirina bindestiyê ye. Lewre ji bo azadî û serxwebûna başûrê Kurdistanê, keleha Hewlêrê ne cihê ala dagirkeriyê ye. Gotina dawî divê ev be; xîret û helwesta xalo û ciwano ji rêveberên me re lazim e.