4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanan ji bo Azadiya Ocalan dest bi meşê kirin

Ciwanan,  ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest bi meşeke dirêj kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer, her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşa dirêj li dar dixin. Ciwanan îsal jî li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest bi meşa dirêj kirin. Meşa Dirêj dê di 11’ê sibatê de li Strasbourgê bi dawî dibe. Ji bo meşê ji gelek welatên Ewropayê ciwan amade ne. Endamên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Ciwanan destpêkê ji bo hemû kesên di têkoşîna  demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û piştre dest bi meşê kirin. Li ser navê TCŞ’ê Çekdar Serhed bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 23 sal li pey xwe hişt. Bi navê ciwanên kurd em di wê baweriyê de ne ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin û ji bo vê jî em ê her tim li qadan bin.

Berdevka Demkî ya TJK-E Swîsre Rabîa Baldemîr û Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş jî  bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrişên li ser gelê kurd.

Meşa azadiyê ya li Kîelê di roja duyemîn de ye

Kurdistanî û dostên wê li Kîelê meşa ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja duyemîn de didomînin. Tevî barana zêde jî çalakvanan coşa xwe parastin.

Meşa li Almanyayê didome

Meşa ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li bajarê Kîel ê Elmanyayê hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Ji Kîel, Hambûrg, Bremen û Oldenbûrgê ku zêdetirî 200 kesên ji Kurdistanî û dostên Elman pêk tên, tevlî meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Kîelê ve hatî lidarxistin bûn.

Meşa ku ji taxa Wîk a Kîelê destpê kir, li Gara Trenê ya Navendî ya Kîelê bi dawî bû. Çalakgerên di bin barana zêde de meşiyan bi dirûşme û tîlîliyan coş dan meşê.