12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên enternasyonalîst serdana DFG’ê kirin

Şandeya ciwanên enternasyonalîst ku ji welatên Ewropa hatibûn Amedê serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê kirin

Komek ciwanên rewşenbîr û enternasyonîlst ên ji Ewropayê hatin Amedê, sedana gelek sazî û dezgehên kurdan kirin. Koma ciwanên enternasyonalist serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) jî kirin. Li avahiya komeleyê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, endamê komeleyê û rojnameger Dr. Îsmet Konak, Serokê PEN’a Kurd Omer Fîdan, Sekretara DFG’ê û Edîtora JINEWS’ê Gulşen Koçûk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay û gelek rojnamgeran kom pêşwazî kir. Di serdanê de Rojnameger Îsmet Konak ku tercûmanî dikir, ewil qala zehmetiyên rojnamegerên kurd kir. Dr. Konak, anî ziman ku rojnamegerên kurd di bin zextên giran de ne û got: “Armanca komeleya me ew e ku li Tirkiyê û Kurdistanê van pirsgirêkan derbixe holê. Rojnamegerên kurd di bin zextên giran de di girtîgehan de tên ragirtin. Em bi desthilatdariyeke ku civakê tepeser dike re rû bi rû ne. Hikûmet bi tepisandina medya û rojnamegeran hewl dide wan bêdeng bike. Dema vê dikin, gelek caran armanc dikin ku rojnamegeran ji qadê derxin. Bandorê li ser rojnageran dikin û nikaribin bixebitin. Rêbazeke dinê jî girtina rojnamegeran û astengkirina karê wan e. Rojnameger li qadê bi astengî û zextan re rû bi rû dimînin. Dema ev têrê neke jî der barê wan de lêpirsîn tên vekirin. Hewl didin wan di girtîgehan de bihêlin. Bi taybet Hevseroka me ya Komeleyê Dîcle Mûftûoglû hê jî di girtîgehê de ye. Medyaya kurdî û rojnamevanên kurd ji vê rewşê zerarê dibînin. Dema mijar dibe rojnamevanên kurd ev zext û zordarî duqat dibe. Tevî van hemû zextan jî rojnameger di serî de çapemeniya azad tevî van zextan jî li ber xwe didin û têdikoşin.”