3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Geverê ji bo dayikên aştiyê çalakî kirin

Ciwanên Geverê ji bo Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, daketin kolanan. Di navbera polîsan û ciwanan de pevçûn derket.

Ciwanên li taxa Orman, Kişla, Esentepe û Yeşîldere yên navçeya Gevera Colemêrgê ji bo qezaya trafîkê ya Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku jiyana xwe têde ji dest dabûn, protesto bikin, daketn kolanan û bi çalakiyan şermezar kirin. Çalakiyên şermezarkirinê heya derengiya şevê berdewam kirin.

Ciwanan kolan û cadeyan li trafîkê girtin û fîşekên hewayî teqandin. Polîsên hatine cihê çalakiyê bi fîşekên plastîk bû bombeyên gaza îsotê êrişî ciwanan kirin. Polîsan serê sibê jî dengê wesayîtên xwe vekirin û “sirûda mehterê” dane guhdarkirin.

Şêniyên taxê destnîşan kirin ku polîsan di wesayîta xwe de ji hev re wiha gotin: “Em li van bixin (gule berdin wan). Êdî bes e!”

Çi qewimî bû ?

Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û her wiha kurê Akçelîk, Cîhan Akçelîk gava di 22’yê tebaxê de ji bo îfadeyeke lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû destpêkirin ji Geverê çûn Colemêrgê, di vegerê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan.