19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çoltera gundên Bedlîsê hate bombebarankirin

Li 10 gundên Xîzanê yên Bedlîsê qedexeya derketina derve û operasyona leşkerî didome. Hat ragihandin ku seranserî şevê çolterên gundan hatine bombebarankirin

Duh li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran, Mezra Pisyan û mezrayên wan yên bi ser naçveya Xîzanê ya Bedlîsê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Li aliyekî qedexe li aliyekî jî operasyona leşkerî ku hatibû destpêkirin berdewam dike. Hat ragihandin seranserî şevê çolterên gundan hatine bombebarankirin û li hin cihan dengê çekan jî hatiye bihîstin. Hat zanîn ku hem li bejahiyê hem jî ji hewayî ve operasyon berdewam dike.

Xelk nikarin ji malên xwe derkevin

Ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin. Li gelek gundan destûr nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin.

Duh li gundê Xûlepûr welatiyên bi navê Sakîn, Muzaffer û Bedrettîn Altin di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û îro wan ji navçeyê birine navenda Bedlîsê. Tê payîn her sê welatiyan jî ji bo îfade bidin bibin dozgeriyê.