3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cotkarên Fransayê serî hildan û Parîsê dorpêçkirin

Cotkarên ku daxuyaniyên destpêkê yên Serokwezîrê Fransayê Gabrîel Attal qebûl nekirin ji bo dorpêçkirina Parîsê ketin nava liv û tevgerê. Hikumetê 15 hezar polîs seferber kir.

Federasyona Sendîkayên Cotkaran a Neteweyî (FNSEA) û Cotkarên Ciwan (JA) bang kirin ku îro ji saet 14:00 û pê ve li derdora paytext Parîsê bi danîna 8 bendan ‘Parîsê dorpêç bikin’.

15 hezar polîs hatin pêwirdarkirin

Gerald Darmanîn diyar kir ku ji bo nehêlin traktor bikevin ‘Parîsê û bajarên mezin’ û dorpêçkirina bazara Rûngîs a li herêma Parîsê û balafirgehan, roja Duşemê 15 hezar polîs seferber kirine.

Wezîrê Karên Derve her wiha ji hêzên polîsan xwest ku dest li nuqteyên dorpêçkirî wernedin, lê belê ewle bikin û diyar kir ku divê polîs ‘bi pîvan’ be.

Hikûmet wê pêşinyarên nû pêşkêş bike

Serokwezîr Gabrîel Attal roja Yekşemê di gera xwe ya li Îndre-et-Loîreyê de hewl da hin soz û baweriyê bide cotkaran. Attal qebûl kir ku tedbîrên roja Înê hatin eşkerekirin ‘bersiv nedan acizî û rageşiya cotkaran’ û diyar kir ku ew bi biryar in bi lez bi pêş ve biçin.

Wezîrê Çandiniyê yê Fransayê Marc Fesneaû roja Yekşemê ji BFM-TV re axivî û diyar kir ku tedbîrên nû yên ku bersivê bidin hêrsa cotkaran wê di nava hefteyê de ji aliyê hikumetê ve bêne eşkerekirin.

Li qadên bejahî ku gelek cotkar êdî nikarin debara xwe bikin, serhildana cotkaran destpê kir. Jİ bo tepisandina vê serhildanê jî Serokwezîr roja Înê eşkere kiribû ku wê li Occîtanîeyê ku navenda çalakiyên şermezarkirinê ye, tedbîrên lezgîn werbigirin.

Serokwezîr hin ji daxwazên lezgîn ên çalakgeran qebûl kiribû. Destberdana ji zêdekirina baca dîzelê ya li derveyî rê (GNR), dayina tazmînatê ji bo cotkarên ku ji nexweşiya çêlekan a MHE bi bandor bûne çend ji wan daxwazan bûn.

Piştî daxuyaniyên destpêkê yên hikumetê, di navbera tevgerên cotkaran de nêrînên cuda rû dan, lê tevî vê yekê jî çalakiyan dewam kirin. Li herêmên cuda yên welêt bi traktoran rê hatine girtin.