4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPJ banga berdana rojnamevan Silêman Ehmed kir

Rêxistina Navneteweyî ya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi raporek taybet bang li berpirsên herêma başûrê Kurdistanê kir ku demildest rojnamevan Silêman Ehmed were berdan

Rêxistina Navneteweyî ya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe ya fermî de di der barê rewşa rojnamevan Silêman Ehmed de ku zêdetirî 8 mehin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, bangawaziyek lezgîn belav kir û daxwaza demildest û bê merc azad berdanê ji berpirsên hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî agahiyên ji Edîtorê Rojnews’ê Botan Germiyanî û parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed û Rêvîng Hirûrî hatî girtin wê di 30’ê Hezîrana îsal de li Dadgeha Cezayê Giran a Duhokê Rojnamevan Silêman Ehmed were darizandin ku ev yek jî piştî zext, hewldan û her wiha daxwazek bilez a CPJ’ê di meha Nîsanê de ji Komîteya Windakirinên Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî û koma mafên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur (MENA) re pêk hat.

CPJ’ê di rapora xwe de da zanîn ku Berdevkê Ofîsa Kordînatorê Parastina Navneteweyî yê li Herêma Kurdistanê, Ara Xidir hikûmeta diyarkiriye ku Silêman Ehmed li gor madeya 1 ya yasaya jimare 21 a sala 2003’ê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê Dadwerê Lêkolînê yê Duhokê ve hatiye girtin û li girtîgeha asayîşa Dihokê tê girtin.

Koordînatorê bernameya CPJ li New York’ê Carlos Martine Dulacerna, di raporê de dibêje: “Sucdarkirina Silêman Ehmed bi sîxuriyê û girtina wî bi mehan di girtîgehê de bêyî ku parêzerên xwe bibînin, têkçûneke din a azadiya rojnamevaniyê ya li Herêma Kurdistanê ye. Divê berpirsên Herêma Kurdistanê demildest Silêman Ehmed azad bike û hemû tometên li ser wî rakin.”

Heman raporê de wiha hate ragihandin: “Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, 6 mehan bi ti awayî agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nehatiye girtin ku li kuderê ye. Heta 22’ê Gulanê karîn serdan bikin û mafê parêzer dozê bigirin dest hate girtin. Ji dema hatî girtin heta wê demê ti agahiyek jê nehatibû girtin. Piştî ewqas dem cara yekem karî li gel malbata xwe peywendî dane.”

Her wiha CPJ’ê destnîşan kir ku birayê rojnamevan Silêman ji wan re diyarkiriye ku tenê kariye 2 deqeyan li gel birayê xwe bi telefonê biaxive ku ev jî tenê ji bo bizanin jiyan dike bû, her wiha rê nayê dayîn ku li girtîgehê serdana wî bikin.

CPJ’ê di rapora xwe de qala axaftinên Edîtorê Rojnews’ê Botan Germiyanî jî kir ku ragihandiye ku hemû tometên li ser Silêman Ehmed red dikin û da zanîn ku ev yek tenê senaryoyeke û banga azadkirina Silêman Ehmed kir.

Herî dawî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku ji bo wergirtina agahiyan di derbarê mijarê de peywendî li gel Rêveberê Asayîşa Duhokê Zêrevan Berojkî re hatiye danîn, lê bersiv nehatiye dayîn.