18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî 18 salî birî

Dadgehê ji bilî cezayê “2 carî îdamê” bi tawanên “propagandaya li dijî rejîmê” û “heqaret li rêberê Komara Îslamî” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehdî Mihemedîfer birî

Li gorî nûçeyeke Ajansa (HRANA) ya ser bi Koma Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê dadgeha şoreşê ya Îranê biryara bidarvekirina ciwanê 18 salî yê bi navê  Mehdî Mihemedîferd daye. Dadgeha Şoreşê bi îdiayên ku ev ciwan tev li ‘bûyerên tevliheviya li kolanan’ bûye ango tev li xwepêşandanên li dijî rejîmê bûye.

Mehdî Mihemedîferd, roja 23’ê Îlonê, ji ber tevlêbûna çalakiyên nerazîbûnê yên li Nûşehrê bûbû  ji aliyê Asayîşa Giştî ve hatibû hatibû girtin.

Di dema girtin û dadgehkirina vê ciwanê xwepêşandêr de ew ji mafê xwe yê pêwendiya bi parêzer re bêpar ma û dadgeha şoreşê ew bi wê yekê tewanbar kir ku ew yek ji “serkêş û beşdarê sereke yê rêvebirin û plansaziya” kombûnên xwepêşandana roja 21’ê  Îlonê.

Dadgeha Şoreşê ji bilî cezayê “2 carî îdamê” bi tawanên “propagandaya li dijî rejîmê”, “tehrîkkirina xelkê bi armanca nerehetkirina xelkê” û “heqaret li rêberê Komara Îslamî” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehdî Mihemedîfer birî.