2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Îstînafê nexwest polîsê kujerê Hantaş bê cezakirin

Parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner, der barê xerakirina biryara beraetê ya kujerê muwekîlê xwe de got ku biryar ne ji bo mexdûr ji bo kujeran hatiye dayîn û ev nirxandin kir: “Dadgeha îstinafê ji dadgeha herêmî re dibêje, ‘tu li rêyên necezakirinê bigere’.”

Di 14’ê nîsana 2019’an de li Sumerparka li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê polîsan êrişî welatiyê bi navê Recep Hantaş (20) ku kartonan berhev dikir kiribûn û ew kuştibûn. Piştre derbarê polîsan de doz hatibû vekirin û danişîna biryarê ya kujerên Hantaş di 21’ê hezîrana 2022’yan de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû dîtin û tevî ku ji sûcê “kuştinek muhtemel a bi qestî” heta 25 salan ji polîs Kazim Bozkurt re dihat xwestin jî dadgehê biryara beraetê dabû.

Parêzerên malbata Hantaş, li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê (Dadgeha Îstînafê) îtîrazê biryarê kiribûn. Dadgeha Îstînafê îtîraza parêzerên Hantaş nirxand û biryara beraetê ya dadgeha herêmî xera kir. Dadgehê, di biryara xwe de diyar kiriye ku biryara beraetê ku der barê polîsê bersûc de hatiye dayîn têrê nake û bûyera kuştinê ku qewimiye di çarçoveya parastina rewa de nirxandiye.

Parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner biryara îstînafê ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mujdat Can re nirxand û diyar kir ku dadgehê bi hinceta “têrnekirina delîliyê” biryara xerakirina beraetê daye lê belê ev biryara xerakirinê ne ji bo malbata mexdûr e.

Biryar wêrekiyê dide polîsan

Parêzer Oner,  der barê biryarê de ev nirxandin kiriye:

“Dadgeha bilindtir biryarê daye. Heman dadgehê di doza Kemal Kûrkût ku di Newroza Amedê de hat kuştin de jî biryara xerakirinê dabû. Dadgeh dibêje, ‘tengazî tuneye, bersûc lêdaye. Ev bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) sabît e. Dadgeha Îstînafê ji dadgeha herêmî re dibêje, ‘bersûc lêdaye lê belê tu li rêyên necezakirina bersûc bigire’. Dadgeha Îstînafê di biryara xwe de hewl daye ji dadgeha herêmî re bibêje, ‘erka polîs heye ku çeke bikar bîne û di nav parastina rewa de ev pêkan e û tu hewl bide ku bersûc neyê cezakirin’.

Dadgeha îstînafê peyama “ji niha şûn ve polîs hin bêtir bi xwînxwarî, hin bêtir bi wêrek û bêser û ber êrîş bikin” daye û bi vê peyamê rê li ber kuştinên din vedike. Dadgeh ji polîs û leşkeran re dibêje, ‘bila tu tirsa we nebe, ez nahêlim hûn di girtîgehê de bimînin’ û ya rast ev yek li Kurdistanê peyama bêcezahiştinê dide polîs û leşkeran. Kuştina Recep Hantaş cînayetek li ber kamerayan pêk hat. Dadgeha îstînafê ji polîsan û leşkeran re dibêje, ‘hûn cînayetan berdewam bikin’. Biryara îstînafê vê yekê nîşanî me dide.”