4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Swêdê tenê 3 meh ceza da jineke DAIŞ’î

Dadgeha Swêdê tevlêbûna hemwelatiyeke xwe ya nava DAIŞ`ê paşguh kir û ji ber belavkirina hin wêneyan tenê 3 meh cezayê girtinê dayê

Dadgehên Ewropayê hê jî sist nêzî mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê dibin, ev jî rê li pêşiya kesên ku dixwazin tev li DAIŞ`ê bibin, nagire. Jina swêdî Fetûş Îbrahîm (35) ku tev li DAIŞ`ê bûbû û sala 2017`an vegeriyabû welatê xwe, ji aliyê dadgeheke Swêdê ve hat darizandin.

Jina behskirî wêneyên xwe yên 2014`an (dema di nava DAIŞ`ê de bû) yên li bajarekî Sûriyeyê bi seriyên jêrkirî re kişandibûn, parve kiribû. Dadgehê tevlêbûna wê ya nava DAIŞ`ê paşguh kir û tenê 3 meh cezayê girtîgehê da wê jinê. Ev cezayê sivik, rê li pêşiya kesên dixwazin tev li çeteyan bibin, nagire.

Dadageha Goteborgê got: “Fetûş di du boneyên cuda de wêneyên seriyên jêrkirî yên li ser sûra çerxerêyeke bajarê Reqayê hatibûn daliqandin, parve kirine.” Fetûş Îbrahîm ew wêneyên cenaze û seriyên jêrkirî yên daliqandî li Qada Neîm a Reqayê bi telefona xwe kişandibûn.

Li gorî dadgehê, Fetûş Îbrahîm di îfadeya xwe de piştgiriya xwe bi kirinên DAIŞ`ê re aniya ziman, kiriyarên wê yên di wê demê girêdayî şerê çekdar ê li herêmê hatine hesibandin. Ji lew re, ew tenê ji ber parvekirina wêneyan li ser Facebookê hatiye darizandin.

Di destpêka Adarê (2013) de, Dadgeha Cezayan a Taybet 10 sal cezayê girtinê da jineke fransî ya piştî 5 salan ji tevlêbûna nava DAIŞ`ê vegeriyabû welatê xwe û di 2018`an de hatibû binçavkirin. Dadgeha Danîmarkayê jî di destpêka Adarê de 4 sal cezayê girtinê li jina bi navê ‘Elmina Alic’ birîn, ya ku tevî hevjînê xwe yê DAIŞ`î derbasî Sûriyeyê bûbû û li Reqayê bi cih dibûn.

Desthilata Danîmarkayê sala 2021`an, 3 jin û 14 zarokên DAIŞ`î yên ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatibûn radestkirin, wergirtin û beriya salekê 3 sal cezayê girtinê li jinekê ji wan birîbû. Beriya niha jî gelek kesên di nava DAIŞ`ê de bûn hatine darizandin. Lê belê parêzer  dibêjin ku ev tedbîr têrker nebûn.