3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 19 sal ceza da Mehmet Siddik Akiş

Dadgeha Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş birî.

Di danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ceza lê hat birîn. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Akiş birî. Her wiha der barê Akiş de biryara girtinê da.

Qesrê şer îlan kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Qesrê li dijî gel şer îlan kir.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: “Qeyûm xespa vînê  ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP’ê hate tomarkirin.”

Esnafan dikan girtin

Piştî biryara dadgehê nerazîbûnên li dijî vê biryarê derketin û dikandarên Colemêrgê jî ji bo protestokirina biryarê dikanên xwe girtin. Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa dest pê kirin. Dikandarên bajarî bi girtina derabeyên dikanên xwe biryar protesto kirin.