16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 3 cezayên din da Abdullah Ocalan

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê 3 meh cezayên din ê hevdîtinê da Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdeyî 40 meh in bi tu awayî nikare bi derve re têkiliyêdîne û di tecrîda giran de ye.

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin 3 mehan biryara qedexeya hevdîtinê bi malbatê re birî. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li gel wî zêdetirî 40 meh in bi tu awayî nikarin bi derve re têkiliyê dînin. Her wiha malbat û parêzer jî bi tu awayî nikarin hevdîtinê bikin û hemû serlêdanên malbat û parêzeran tên redkirin.

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzer û malbatan a bi daxwaza hevdîtinê hatibû kirin da. Dadgehê, diyar ku Serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê tîrmehê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din careke din “cezayê disiplînê” daye.

Di biryarê de hinceta “cezayê disiplînê” nehat diyarkirin. Daxwaza agahî û belgeyan ên parêzaran jî hatin redkirin. Parêzer dê li dijî biryara “cezayê disiplînê” li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîrazê bikin.