7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê danişîna doza Hevserokên HDP’ê taloq kir

Danişîna doza Hevserokên HDP’ê yên Amedê yên berê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin hate taloqkirin.

Danişîna doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê yên berê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Alokmen û Ceylan tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn.

Di danişînê de hat diyarkirin ku îdianameya bi daxwaza yekkirina dozên Alokmen hatiye amadekirin nehatiye pêşkeşkirin. Dozger û parêzaran xwestin ku îdianameya nû were pêşkeşkirin û kêmasiyên di dosyayê bên temamkirin. Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê gulanê kir.