28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê mazbataya wekil Kaya bes nedit

Di danişîna doza parlamenter Adalet Kayayê de parêzeran mazbatayê pêşkêşî dadgehê kir. Dadgehê mazbata bes nedît û biryar da ku ji meclisê belge bê xwestin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji ber xebatên Komeleya Jinan a Rosayê heta 15 salan bi cezayê hepsê yê  tê darizandin. Danişîna doza Kaya li 11’emîn Dadgeha Cezayê Girana Amedê hat lidarxistin. Kaya tev li danişînê nebû û parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Gazal Bayram di danişînê de amade bûn. Parêzran mazbataya Adalet Kayayê pêşkêşî heyeta dadgehê kir.

Mazbata hat xwestin

Dozger mutalaya ku xwestibû Kaya were cezakirin bi bîr xist. Dozger xwest têkildarî ku Kaya bûye parlamenter, agahî û belge ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Sekreteriya Giştî ya Meclisê bên xwestin.

Parêzera Kaya, Gazal Bayram da zanîn ku muwekîla wê weke parlamenter hatiye bijartin û mazbataya ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr girtiye pêşkêşî dadgehê kir. Elîf Tîrenç Îpek Ûlaşê jî xwest ku tevdîra qedexeya derketina derveyî welat a li ser muwekîla wê bê rakirin.

Mabata bes nehate dîtin, kontrola edlî dewam kir

Heyeta dadgehê biryar da ku der barê Kaya de bûye parlamenter û dest bi wezîfeyê kiriye yan na divê agahî û belge ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Sekreteriya Giştî ya Meclisê bê xwestin û rakirina tevdîra qedexeya derketina derveyî welat red kir. heyeta dadgehê got piştî belge û agahiyên ji Desteya Hilbijartinê û Meclisê bên û tevdîra kontrola edlî ya Kaya dê di navbera celseyan de binirxînin û danişîn taloqî 25’ê cotmehê kir.