17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê pîra 80 salî û kalê 79 salî şandin girtîgehê

Li navçeya Artêmêtê ya Wanê polîsan di 9’ê gulanê de pîra 80 salî Makbûle Ozer û hevjînê wê yê 79 salî Hadî Ozer binçav kirin û şandin midûriyeta polîsan. Pîra 80 salî û kalê 79 salî Ozer îro sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdeaya “Alîkarî dane rêxistinê Makbûle û Hadî Ozer şandin girtîgehê.

Makbûle û Hadî Ozer di sala 2018’an de tevî zarokên xwe hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan. Dadgehê bi îdiaya “Alîkarî dane rêxistinê” der barê Makbûle û Hadî Ozer de doz vekiribû.

Dadgeha herêmê bi heman îdiayê 2 sal û mehek ceza li her duyan birîbû. Her çiqas parêzeran cezayê hatiye birîn îtîraz kir jî ev yek hat redkirin. Dadgehek bilindtir ceza erê kir û pîra 80 kalî û kalê 79 salî girtin û ew şandin girtîgehê.

Di wêneyekî de tê dîtin ku Makbûle Ozer bi gopal hatiye edliyeyê û tê xuyakirin ku bi zorê xwe li ser pîya girtiye. Tevî ku rapora wê ya astengkiriyê ango nexweşiyê heye jî dîsa hat girtin û rapora wê ji sedî 55 e.