7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît

Rojnameger Adnan Bîlen ku di nav kesên dikarin Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ziyaret bikin de cih digire, bi hinceta ku “bifikar” hevdîtina wî ya bi Altanre hat astengkirin. Dadgeriya Înfazê, serlêdana Bîlen a der barê mijarê de bi heman hincetî red kir.

Li Amedê, di 16’ê Hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Yek ji van kesan jî Hevserokê Komeleya  Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bû.

Li ser daxwaza Altan 3 kes bi rêya qanûnî dikarin biçin serdanê. Rojnameger Adnan Bîlen ku di lîsteya hevdîtinê ya Altan de cih digire, beriya demekê bi hinceta “bifikar” hevdîtina wî ya bi Altan re hatibû astengkirin. Parêzerê Altan Resûl Temûr li dijî vê biryara rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê serî li Dadgeriya Cezayê Înfazê ya Amedê dabû û biryarê îtîraz kiribû.

Dadgeriyê Înfazê, serlêdana Temûr nirxand û bi heman hincetê hevdîtina Bîlen a bi Altan re bi “fikar” dît û îtîraza hatibû kirin red kir.