21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe

DAIŞ’ê berpiryartiya êrişa bombeyî ya li bajarê Kirmanê yê Îranê ku têde 103 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûbûn, girt ser xwe.

Li bajarê Kirmanê yê Îranê di 3’ê Çile de di navbera 20 deqeyan  du teqînên cuda pêk hatin û di encamê de herî kêm 103 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. DAIŞ’ê ev her du êriş girt ser xwe. Li bajarê Kirmanê yê Îranê, di du teqînên cuda de li nêzî goristana ku tirba fermandarê berê yê Artêşa Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî lê ye pêk hatin. Di êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûn. Rayedarên Îranê diyar dikin ku wê ‘tolhildan’ ji berpirsyarên êrîşê bê hildan. Rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê berpirsyariya êrişa bombeyî ya li Îranê girt ser xwe. Di agahiyên ku li ser hesabê Telegramê hatin weşandin de hat diyarkirin ku êrişa ku li bajarê Kirmancê hatiye kirin ji aliyê wan (DAIŞ) ve hatiye kirin.

DAIŞ’ê îdia kir ku êrîş ji aliyê du çekdarên ku êlekên teqîner li xwe kiribûn pêk hatiye. Îranê diyar kir ku wê “tolhildan” ji kesên ku ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve mezintirîn û xwînîtirîn êrîşa li welêt kirine, were hildan. Dewleta Îranê heta niha têkildarî daxuyaniya DAIŞ’ê ku êriş girt ser xwe tu daxuyanî nedaye.