21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê êrîşa li Moskovê girt ser xwe

Şevê din kesên çekdar li dijî eywaneke konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskovê êrîşa çekdarî pêk anîn û herî kêm 60 kes hatin kuştin û 146 kes birîndar bûn. DAIŞ’ê êrişa li Moskovayê girt ser xwe.

Şevê din li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskovê êrişa çekdarî pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 60 kes hatin kuştin. Servîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê (FSB) da zanîn ku di êrişê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û 146 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê da zanîn ku rewşa herî kêm 60 birîndaran giran e. Piştî bûyerê DAIŞ’ê li ser kanala Telegramê daxuyanî da û diyar kir ku wan êrîş pêk anîye. Weke ku tê zanîn DAIŞ’ê di demên berê de jî hinek çalakiyên eleqeya wê pê re tune bû li xwe girtibû. Têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê DAIŞ’ê li ser Telegramê daxuyanî daye û diyar kiriye ku wan ev çalakî pêk anîye.

Ajansa TASS’ê şevê din nûçe parve kiribû û gotibû di êrîşê de herî kêm 40 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.