3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ`ê li Dêrazorê 3 şivan revandin

Çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê, li herêma ku di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê de ye 3 şivan revandin, 400 serî pez dizîn û traktorek şewitand.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ`ê li nêzî bajarokê Medan Etîq ê rojavayê Dêrazorê (yê di bin serweriya hikumeta Şamê de) 3 şivan revandine, nêzî 400 serî pez dizîne û traktorek şewitandine.

Der barê mijarê de agahiyên berfireh nehatine dayîn û piştî bûyerê çete ji deverê reviyane bêyî ku tu şer û pevçûn di navbera wan û hêzên dewletê de derkeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 16`ê Nîsanê de jî çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Beqres ê rojhilatê Dêrazorê 4 welatî kuştibûn, 2 şivan revandibûn û pezê wan dizîbû.