6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê dest pê dike

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes tên darizandin, dest pê kir.

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, dest pê kir. Danişîna doza ku di raya giştî de weke “Doza Kompasê ya Kobanê” tê pênasekirin, li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.Tê payîn ku biryar bê dayîn. Kesên dixwestin danişînê bişopînin negirtin eywana danişînê.

Tevdîrên ewlekiyê yên zêde

Tevdîrên leşkeran ên beriya danişînê bal kişandin. Li ser rêgeha qada girtîgehê 4 noqteyên lêgerînê yên cuda hatine danîn. Destûr nehat dayîn ku kesên dixwestin danişînê bişopînin derbasî qada girtîgehê bibin. Destûr hate dayîn ku tenê wesayîtên parêzer û rojnamegeran derbas bibin. Kesên dixwestin danişînê bişopînin, li noqteyên nêzî kampûsê wesayîtên xwe park kirin û piştre bi rîngan derbasî eywana danişînê hatin kirin.

Tê payîn ku di vê danişînê de biryar were dayîn lê destûr nehat dayîn ku kesên dixwazin danişînê bişopînin bikevin eywanê. Ev kes arasteyî du eywanên cuda yên di hundirê kampûsê de hatin kirin. Bi sedan kes neçar man ku danişînê bi rêya SEGBÎS’ê bişopînin.

Cenderme û polîsan wêneyê xelkê kişandin

Yek ji mijarên din ên beriya danişînê bal kişandî jî ew bû ku cendirme û polîsan bi hev re wêneyê komî yê “bîranînê” kişandin.

Tevlêbûneke xurt heye

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Mahîr Başarir, gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî jî danişîn şopandin. Zêdetirî 200 parêzer û bi ser 10 serokên baroyan jî tev li danişînê bûn.

Têkildarî vê dozê

Hevsreokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar di dozê de tên darizandin. Her 108 siyasetmedar di serî de îdiaya “Xerakirina yekparetiya dewletê” bi gelek îdiayan tên tawanbarkirin. Îdianameya dozê di 7’ê çileya 2021’an de ji hêla 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate qebûlkirin. Derheqê kesên di dozê de tên darizandin ji 29 îdiayên cuda bi giştî 38 caran “cezayê muebbeta girankirî” tê xwestin.

Navên siyasetmedarên girtî tên darizandin wiha ne: “Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Alî Urkut, Gunay Kubîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Sebahat Tuncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu, Meryem Adibellî û Gultan Kişanak.”