4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna Dîcle Muftuoglû dest pê kir

Danişîna ewil a doza hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû dest pê kir.

Danişîna ewil a hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir.

Rojnameger Muftuoglû li girtîgeha tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerê wê Resûl Temûr jî di danişînê de amade bû. Her wiha hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, sekretera Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Banû Tuna, nûnera IPI ya Tirkiyeyê Zeynep Gultekîn, Nûnerê CPJ’ê yê Tirkiyeyê Ozgur Ogretî, Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) gelek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li danişînê bûn.

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.