7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin taloq kirin

Dadgeha îstînafê piştî doza rojnamevan Nurcan Yalçin, xira kir, Dadgeha Cezayên Giran a Amedê danişîna dozê taloq kir.

Bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” di 22’yê mijara 2021’an de 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnamevan Nûrcan Yalçin hate birîn. Dadgeha Îstînafê bi hinceta ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dozeke nû hatiye vekirin û lêpirsînek tê meşandin, da zanîn ku bêyî têkiliya her du geşedanan were lêkolînkirin biryar hatiye dayîn. Îstînafê ji ber vê yekê biryar xera kir.

Piştî ku biryar hate xerakirin ji nû ve darizandina Nûrcan  Yalçin dest pê kir. Danişîna ewil a Nûrcanê îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Nûrcan û parêzerê wê Resûl Temûr amade bûn. Nûrcan, diyar kir ku parastina xwe ya beriya xerakirinê dubare dike. Parêzerê Nûrcanê Resûl Temûr jî bi lêv kir ku beyanên xwe yên beriya niha dubare dike û xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.

Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku li benda encama lêpirsîna der barê Nûrcanê de berdewam dike bê sekinîn û mînakeke dosyaya wê ya ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve biryara wê hatiye dayîn û li Dadgeha Îstînafê di lêkolînê de ye têxin nava dosyayê. Dadgehê her wiha biryar da ku ji Midûriyeta Polîsan a Amedê were pirsîn ka derbarê Nûrcanê de şahidekî din an jî lêpirsîneke din heye an na.

Danişîn taloqî 26’ê mijdarê hate kirin.