2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Darizandina rojnamegeran didome: ‘Rojnamegerî tê darizandin’

Rojnamegerê girtî Omer Çelîk diyar kir ku mijarên di bernameya xwe de û pirsên ji mêvanan hatine kirin ji hêla wî ve hatine amadekirin û wiha got: “Li vir, xebatên rojnamegeriyê tên darizandin.”

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16’ê hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd ku di 12’ê adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, îro derketin pêşberî dadger. Danişîn li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome.

Di danişînê de niha jî rojnameger Omer Çelîk parastina xwe bi kurdî kir. Çelîk, bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê û spasiya kesên hatine danişînê kir. Çelîk, destnîşan kir ku xebatên wan ên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Li vir, rojnamegerî tê darizandin.”

Bi domdarî Çelîk anî ziman ku tevahiya pirsên di bernameya wî hatine kirin wî bi xwe amade kirine û wiha domand: “Mijar min diyar kirin. Heke mudaxeleyên hatine kirin ferman bûna, min bi xwe jî ev yek qebûl nedikir. Rayedarên hikûmetê û Abdulkadîr Selvî jî di nav de hinek rojnamegeran, di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo Ocalan gotinên erênî dikirin. Lê dema em mijarê tînin ziman, dibe hêmayê sûc. Em mereq dikin bê ka gelo dê edalet ji bo her kesî be yan na.”