3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daweta cinan

Li herêma Serhedê  tê gotin ku zilamek diçe deverekê lê dibe êvar, neçar dimîne li avahiyek xirabe dimîne. Ew avahî jî  di nava gel de, cihek tirsê bûye. Ji neçarî nebana bi şev li wan deran nediman. Ev camêr mirovek nexweş û di pişta wî de ûrek (kunêrek) mezin hebûye. Di wê avahiyê de serê xwe datîne ku li wir bimîne. Di xew re diçe dengê govend û dîlanê bi ser dikeve, çavên xwe vedike. Dibîne govende serdawetî bang dike û dibêje; ‘Gelî xwişk û biran, mirovek biyanî di nav me de heye ka bînin  nava me’.  Du kes tên bi milê wî digirin dibin ba serdawetiyê wan. Ji vî kesî re dibêje;  ‘Em cin û perî ne  kes nayê vê avahiya xirabe, ka te xêr e’. Camêr matmayî dimîne li wan temaşe dike rengo reng xemilandine mezinê wan.  Ji vî camêrî re dibêje; ‘Îşev daweta lawê mezinê me ye, ka tu jî bikeve govendê. Lê belê me çi got tu jî li pey me dubare bike. Ger ku tu li pey me nebêjî em ê te ceza bikin’.

Ev camêr dengbêj û dengxweş bûye.  Dikeve serê govendê, ser govendiyê wan kilamekê dibêje;  ‘Şemî, yekşem, duşem, sêşem’. Ev camêr jî  li pey wî dubare dike. Destûr ji wan dixwaze ku ew kilamekê bibêje. Destûr didinê û dest pê dike.

Herê lê Meymo, Berê lê Meymo, Kirasê Meymo ji pelê darê, Min kirîbû par biharê, Sed bimbarek li bejna yarê. Vî camêrî re çepik lê didin û dibin bal rûspiyê xwe. Rûspî dipirse;  ‘We çima vî mirovî aniye ba min. Jêre dibêjin vî camêrî  kilamên xweş ji me re got, em dixwazin ku tu wî azad û xelat bikî’. Rûspî ji camêr dipirse;  ‘Ka ji me bixwaze em çi diyarî bidin te?’

Ev camêr dibêje; ‘Rûspiyê hêja û ji me çêtir, min we nedîtibû lê ez rastî we hatim, destên we dirêj in. Di pişta min de ûrek mezin heye ji ber wê nikarim bimeşim’. Destê xwe di birîna wî dide û baş dibe.  Ji camêr re dibêje;  ‘Keremke here mala xwe,  lê belê ji tu kesî re behsa me neke’. Camêr bi kêfxweşî diçe mala xwe. Zarok û cînar dibînin ku dimeşe her wekî ku nexweşî pê re nemaye. Mirovek wek wî  kesî di pişta wî de jî kulek mezin hebûye. Ji wî kesî dipirse;  ‘Birayê hêja ca ji min re bibêje, ez jî herim  ba wan kesên te derman kirine’.

Camêr neçar dibe ku serpêhatiya xwe jê re bibêje. Lê wî dide sondê ku ji kesekî re nebêje. Jêre serpêhatiya xwe  dibêje û wiha tîne ziman; “Dema ku tu çû wê avahiya xirabe.  Dibe ku daweta wan hebe, lê wan çi gotin tu li pey wan bibêje. Wisa nebe wê te ceza bikin.” Vî camêrî berê xwe dide wê avahiya li perê gund bi şev  dimîne. Wekî camêrê din; berê dibîne ku dawetek wan hat. Sergovendî dibêje;  ‘Mirovek biyanî di nav me de heye, ka bila were ba min. Destmalê didin desta bila li pey me kilaman bibêje’. Ev camêr bi kelecan û bêsebir bûye, sergovendî dibêje;  ‘Şemî, duşem’. Ev camêr dibêje; ‘Şêsem,  çarşem, pêncşem’.

Camêr digirin  dibin ba rûspiyê xwe. Rûspî dipirse;  ‘Ev camêr li pey we hat an na?’ Gotin me got şemî; wî got duşem. Rûspî dibêje; ‘Tu ji me çi dixwazî?’ Camêr dibêje; ‘Di pişta min de kulek heye baş bikin’. Rûspî dibêje; ‘Xortê hêja te kêmasî kiriye, lê ez ê diyariyek bidim te’.

Bila  kulek mezin bidin ser kula te ya berê. Ûrek mezin didin ser pişta wî kesî pişta wî Camêrî. Pişta wî xûz dibe û berê xwe dide mala xwe, malbat û cînar jê dipirsin; ‘Ev çi halê te ye bira’. Camêr dibêje; ‘Gelî camêr û canikan ez çûm ji bona kula xwe bidim rakirin lê me heft kiriye heştê helandî û me kulek da ser kula xwe’.