13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dawiya hegemonyaya dolaran

Rêxistina Hevkariya Shanghayê (RHS) di eslê xwe de ji bo parastina sînorên welatên endam û şerê li dijî terorîzmê hatiye avakirin lê her diçe zêdetir girîngiyê dide mijarên aborî. RHS’ê, dest bi berfirehkirina qadên hevkariyê kir.  Ne tenê mijarên ewlehiyê û rûbirûbûna terorê vedihewîne. Niha di nav wan de sektorên aborî, veguhastin, enerjî, darayî û bankî hene.

Civîna Bilind a Rêxistina Hevkariya Shanghayê ya li Samerqendê biryarek li ser cîhana yekqutup bû. Nîşan da ku dê saziyên nû yên hevkariya navneteweyî di kîjan alî de pêş bikevin û kîjan prensîb bingeha pêşerojê ava bikin. Tevahiya rêxistina nû ya hêzên ku bêyî Rojava li hevkariyê digerin, pêkhate, rewş û hejmara beşdarên lûtkeyê nîşan didin. Pênc welatên din jî amade ne ku tev li deh welatên RHS’ê bibin; Misr, Qeter, Erebistana Siûdî, Behreyn. Maldîv û Îran jî memoranduma tevlibûnê îmze kirin. Li gorî pisporan wê rêxistin li welatên Afrîka û Başûrê Rojhilatê Asyayê berfirehbûna xwe bidomîne.

RHS alternatîf e

Berovajî cezayên rojavayî, modelek nû ya hevkariyê çêdibe ku li ser bingehê wekhevî û prensîbên cîhanek pirdolar e. Pispor tekez dikin ku ew ê rê bide endamên Rêxistina Shanghayê ku hevkariyê bikin, dev ji fermanên dolar berdin. Ji bo vê yekê, piştî encamên lûtkeyê, nexşerêyek hate pejirandin ku gav bi gav para diravên neteweyî di lihevkirinên hevbeş de zêde bibe.

RHS ji bo wan dewletên ku ji nêzîkatî û kontrolkirina Rojava ne razî ne dibe alternatîfek. Îro RHS platformek e ku welat dikarin li ser curbecur mijarên têkilî û pêşketinê nîqaş bikin. Ez bînim bîra we ku Pûtîn, mîmarê wê yê sereke, destpêkerê vê dîroka cîhanî bû. Ev fikir ji hêla Çîn, Hindistan, Pakistan û welatên din ve bi germî hate pêşwazî kirin û niha em tevahî wêneyê nabînin. BRICS (Brezilya, Rusya, Hindistan, Çin û Afrika Bakur) jî heye, ji ber vê yekê di pêşerojê de herdu hêz neçar in ku tevahiya pergala navneteweyî ji nû ve bidin destpêkirin.

Daxwaza Erdogan ji bo RHS

Hatina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a RHS’ê û daxuyaniya wî ya piştî civînê ya li ser daxwaza tevlêbûna rêxistinê dikare weke hewldaneke din a vî welatî ji bo rûniştina li ser du kursiyan e hate nirxandin. Li gor lêkolînerê sereke yê Navenda Ewlekariya Navneteweyî û dîrokzan Stanislav Ivanov  hewldanên bikaranîna nakokiyên di navbera Rojava û Rojhilat de ji bo armancên xwe, zû yan dereng dê serokkomarê Tirkiyeyê ber bi hilweşandinê ve bibe.

Wekî pispor jî diyar kir, daxwaza bikaranîna nakokiyên di navbera Rûsya û Rojava de derketine ji bo berjewendiyên xwe yên xweser, dê zû yan dereng siyasetmedar ber bi hilweşînê ve bibe. Her wiha pêşvebirina peywendiyên bazirganî û aborî bi Rojhilat û Rojava re tiştekî din e û di şerên çekdarî yên herêmê de li ser aliyên dijberî xendeqan ava kirin tiştek dine.

Para diravên neteweyî

Tirkiye endamê NATO’yê ye, ev tê wê wateyê ku ketina wê ya RHS’yê ji aliyê teorîk ve dibe ku tevlîhev be. Her wiha  daxuyaniyên bi vî rengî tenê beşek ji gotinên Erdogan ên hilbijartinê ne. Erdogan piştî Lûtkeya li Samerqendê got ku daxwaza Enqerê heye ku bibe endama nû ya RHS’ê. Serokomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku armanca welatê wan ew e ku di sala 2023’yan de di lûtkeya li Hindistanê de beşdarî vê rêxistinê bibe. Li gorî wî ev mijar dê di rojeva danûstandinên Hindistanê de ye.

Di encama hevdîtinan de di 16’ê îlonê de deklarasyona Semerqendê ku prensîbên sereke yên ji bo xebata pêştir a rêxistinê nîşan dide hate pejirandin. Wan nerazîbûna xwe ya li dijî dewletên din û komeleyên navneteweyî dubare kirin, vebûna xwe ji hevkariyek berfireh re destnîşan kirin. Di heman demê de wan alîgirê çareserkirina her nakokiyan tenê bi rêyên siyasî û dîplomatîk kirin. Her wiha welatên RHS’ê li ser jiholêrakirina girêdayîbûna dolarê di têkiliyên bazirganiyê de axivîn û nexşerêyek pejirandin ku gav bi gav para diravên neteweyî di danûstendinên hevbeş de zêde bikin.