22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê daxwaza berdana Veysî Aktaş red kir

Serlêdana îtirazê ya ji bo taloqkirina berdana Veysî Aktaşê li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, hat redkirin.

38 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne, nayê girtin. Hevdîtinên parêzeran û malbatan jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin.

Veysî Aktaş ê ku li Îmraliyê tê girtin, di 28’ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lê belê berdana Aktaş bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve salekê hat taloqkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya 3’yan a Bûrsayê da. Dadgeriyê, di 2’yê Gulanê de serlêdanê red kir.

Herî dawî parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Bûrsayê da. Dadgehê jî serlêdana parêzeran red kir. Biryar di 10’ê Gulanê de teqez bû. Hat hînkirin ku parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.