4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan bi daxwaza edaletê berê xwe dan Enqerê

Xizmên girtiyan ên ku di çarçoveya çalakiyên "Edaletê pêk bînin, hiqûqê bi cih bînin" ji Wanê ji bo biçin Wezareta Dadê bi rê ketin

Girtiyên greva birçîbûnê ku di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dabû destpêkirin, di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtî, çûna dadgehan, hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin.

Li gel çalakiya ku girtiyan dabûn destpêkirin, li derve jî bi pêşengiya xizmên wan û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) çalakî hatin destpêkirin. Malbatên ku ewil li avahiyên partiyan “Nobeda Edaletê” li dar dixistin, niha çalakiyên xwe li kuçeyan li dar dixin. Xizmên girtiyan ku her roja duşemê li ber girtîgehan çalakiya “Bibin dengê azadiyê” li dar dixin, rojên çarşeman jî diçin Enqereyê û di çaçroveya “Edaletê pêk bîne, hihûqê bi cih bîne” doz ahevdîtinê li Wezîrê Dadê dikin. Rojên înan jî li ber avahiyên bajêr ên AKP’ê banga “tecrîdê bi dawî bîne” dikin.

Dayîkên Aştiyê û xizmên girtiyan ku ji gelek bajarên Serhedê hatin Wanê û li hev kom bûn, ji bo hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re bikin ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

‘Em ê dengê xwe bilind bikin’

Ji Dayikên Aştiyê Emîne Engudarê diyar kir ku ji bo bibin dengê berxwedanê yên li girtîgehan diçin Enqereyê û got ku armanca çalakiya wan “ji tecrîdê re na” ye. Engudarê wiha got: “Em aştî û azadiyê dixwazin. Girtiyên li girtîgehan îro ji ber polîtîkayên bêhiqûqîtiyê hevdîtinê bi malbatên xwe re nakin. Em ji bo girtiyan re aştî û azadiyê dixwazin. Em ê careke din dengê xwe bilind bikin ji bo dawî li vê zilm û zordariyê bê.”

Medîne Kiyakê jî bal kişand ser girîngiya têkoşînê û got: “Em naxwazin girtiyên me bi zextan li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Em tenê aştiyê dixwazin. Karê Wezareta Dadê ew e ku li welat dadmendî pêk were û dengê gel bibihîze. Her roj bi hezaran Dayikên Aştiyê ji bo aştî û edaletê diqîrin. Em miletekî dilsoz û aştîxwaz û azadîxwaz in, em xwînê û şer naxwazin. Doza me aştî ye. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin û doza me ew doz e ku bira bira nekuje.”

Daxwaza ‘Dawîlêanîna bêhiqûqiyê’

Gulbeyaz Mihçiyê jî xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li bêhiqûqîtiyê bê. Mihçiyê destnîşan kir ku divê demildest dawi li tecrîdê bê got: “Banga me ev e ku dadger û dozger ‘edaletê pêk bînin û qîrîna dayikan bibihîsin.”

Saadet Dogmayê jî bang li Wezareta Dadê û desthilatê kir û got: “Em tecrîda li ser girtiyan şermezar dikin. Em daxwaza azadiya girtiyên xwe dikin. Em dixwazin zarokên me li me bin, em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin. Em ji bo hiqûq û edaletê bi rê ketine û em ê bigihên armanca xwe.”

Esmer Afşînê jî got: “Em ji bo doza kurd çareser bibe bi rê ketine. Em ê ruhê berxwedana Wanê li Enqereyê zindî bikin.”