3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan li qadê bang kirin: Bijî berxwedana Zapê

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Roja Dayikan de li Taxa Yenîşehîr a Nisêbîna Mêrdînê çalakiyek girseyî pêk anîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û gelek dayikên ku ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê hatin tev li çalakiyê bûn. Pankarta “Heta rojên azad ava bikin, emê tekoşîna xwe bidomînin” û “Dayikên tekoşer rumeta me ne” vekirin. Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin dayikan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana dayikan” berz kirin. Di çalakiya bi rêzgirtinê dest pê kir de, dayikan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.  Di çalakiyê de bi boneya Roja Dayikan helbesta “Dayika Delal” hate xwendin.

‘PDK zarokên me qetil dike’

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylû, Roja Dayikan pîroz kir û wiha got: “Dayik îro li bendê ne ku zarokên wan roja wan pîroz bikin. Lê dayik nikarin bigihin zarokên xwe. Ev pergal destûr nade ku zarok bigihin dayikên xwe. Dayik di rojeke wisa de nikarin biçin ser gorên zarokên xwe jî. Lê çi bikin bila bikin, dayik dê li cem zarokên xwe bisekinin.”

Soylû, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê dane destpêkirin da û wiha berdewam kir: “PDK îro çiyayan bombe baran dike, zarokên me qetil dike. Barzanî zarokên me bombebaran dike. Tu şerm nakî?”

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser têkoşîna li dijî şer a dayikên aştiyê û dayikên laçik spî hate nîşandan.

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê jî Esmer Çikmaz axivî û qala girîngiya Roja Dayikan kir. Çikmaz bertek nîşanî gefên li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran hatin xwarin da û got: “Ev êriş li dijî hemû jinan hatiye kirin. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Heta kengî wê ev êş bên jiyîn. Divê dayik biherikin ser sînor û vî şerî bidin sekinandin. Bila êdî cenazeyên zarokên me neyên. Me gelek êş kişandin êdî bes e. Bila lanet li PDK’ê were. Di navê wê de Kurdistan heye, ma şerm nake? Divê demildest ji vê xeletiyê bê vegerandin. Îro em bin wê sibê dor bê wan. Bila vê ji bîr nekin.”