8 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê li Meclisê ne

Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tilîlî û dirûşmeyan şermezar kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo dengê girtiyên çalakiya boykotê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk didomînin ragihînin li Meclisê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dayikên Aştiyê tev li civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê bûn. Dayikên Aştiyê tecrîd bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” şermezar kirin û tev li komcivînê bûn. Tê payîn ku Dayikên Aştiyê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari saet di 15.30’an de li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê bidin.