3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên kurd Roja Dayikan çawa pêşwazî dikin?

Dayikan diyar kir ku Roja Dayikan dikeve roja hilbijartinê û gotin: “Em ê di 14’ê Gulanê de serkeftina xwe û çûna vê îktidarê pîroz bikin. Kengî ev desthilat çû, wê hê ev roj bibe roja me.”

Her sal roja yekşema duyemîn a meha gulanê Roja Dayikan tê pîrozkirin. Îsal Roja Dayikan û hilbijartinên serokkomarî û parlamenteran di heman rojê de ye. Ev roj dîsa ji bo dayikan nexweş e û dayik bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin. Dayikên Şemiyê ji bo windayan li aqûbetê wan dipirsin û dixwazin kujer bên cezakirin û bi salane bo vê yekê têkoşîna edaletê didin. Dayikên Aştiyê jî ku zarokên wan canê xwe ji dest dane jî bi salane dixwazin şer bi dawî bibe û li benda aştiyek mayînde ne.

Dayika Aştiyê Emîne Erbek, çalakvana Nobeda Edaletê Kumrî Akgul û Dayika Şemiyê Hanim Tosûn têkildarî Roja Dayikan axivîn û gotin roja herî xweş û diyariya herî xweşik dê bo wan di hilbijartinê de têkçûyîna Serokkomarê AKP’yî Erdogan be.

Roja dayikan ji bo wan nîne

Dayika Şemiyê Hanim Tosûn diyar kirk u hikûmeta heyî xweşî û aramiyê bi dayikan re nehiştiye û wiha got: “Li welatek ku edalet lê nebe, dayik nikarin bextewar bibin. Dayikek dema li cem zarokên xwe li sifreyê rûnê û rabe û rûnê kêfxweş dibe. Niha kes ne bextewqar e. Her çiqas zextan li me dikin bila bikin lê em ê paşve gav neavêjin. Beriya hilbijartinê dîsa rojnamevan, hiqûqzan hatin binçavkirin û girtin. Wê bi têkoşîna dayikan edalet û aştî were vî welatî. Bi hezaran dayik li girtîgehan vê rojê pêşwazî dikin. Gelo wê dayik çawa roja xwe pîroz bikin? Ji bo me roja dayikan tune ye.”

Çûna Erdogan wê bibe diyarî

Tosûn da zanîn ku heke îsal Erdogan ji ser îktidarê biçe wê bo wan diyariya herî xweşik be û got: “Erdogan heta îro ji bo me tu tiştek nekir. Tenê rêber, siyasetmedar û rojnamevanên kurdan avêt girtîgehê.”

Dayik li dijî zilmê li ber xwe didin

Ji dayikên ku Nobeda Edaletê bo girtiyan digirtin jî Kumrî Akgul jî anî ziman ku wan salekê li ber edliyeyan daxwaza edaletê kiriye û nobed girtine û got: “Ez roja dayikan pîroz dikim. Ji girtîgehan 75 cenaze derketin. Êdî wîjdana me tehamûlî tu tiştekî nake. Îşkenceya li ser zarokên me û girtiyên me nayê qebûlkirin. Ez dayika nobeda edaletê me. Çi dibe bila bibe em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin. Divê êdî tu dayik negirî. Hestiyên bi sedan kesan di bin peyarêyê de ne û bi hezaran kes nexuya ne. Wê çawa ev hestî bên ji bîrkirin? Tu dayik ji bîra nake. Kengê em bigihîjin zarokên xwe û hestiyên zarokên xwe dê wê çaxê ji bo me Roja Dayikan be. Ji bo guhertina vê pergala faşîst jî rojek ma. Laçikên xwe spî dernexin dayikno. Çimkî ev îktidar ji laçikên me spî ditirse. Laçik remza me ya spî ye. Îsal hilbijartin û Roja Dayikan ket heman rojê. Em ê di 14’ê Gulanê de serkeftina xwe û têkçûyîna îktidarê bi hev re pîroz bikin. Wê hê ev roj bibe roja me.”

‘Em dibêjin aştî ew dibêjin kuştin’

Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku vê îktidarê zilma herî mezin li dayikan kir û wiha dibêje: “Edalet li welat nemaye. Kengê me gotiye aştî û biratî, îktidarê jî gotiye kuştin. Mirin ne çareserî ye. Heke aştî pêk were dê mirov bi ser bikevin. Dayika Emîne Şenyaşar bi salane ji bo edaletê têdikoşe. Li cihê ku qesr hebe, gelo edalet li wir mimkûn e? Helbet nabe. Me Roja Dayikan nedît. Êdî bes e wê heta kengê wisa bidome.”