6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ateş pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 1005’an a çalakiya xwe de, aqûbeta Abdulvahap Ateş pirsîn.

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1005’an de çalakiya ji bo aqûbeta windayan ronî bikin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên/Mirovên şemiyê bi qurnefil û wêneyên windayan hatin Qada Galatasarayê û dest bi çalakiyê kirin.  Mirovên şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdulvahap Ateş pirsîn.

Sekretera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Oya Ersoy daxuyanî xwendin. Ersoy beriya daxuyaniyê bixwîne bertek nîşanî dorpêçkirina qadê da. Ersoy diyar kir ku Abdulvahap Ateş li Qosera Mêrdîn bi birayê xwe yê mezin re ji hêla leşkeran ve hat binçavkirin, îşkence lê hat kirin, dû re jî agahî jê nehat girtin û got: “Piştî bûyerê 3 roj şûnde nûçe hat bihîstin ku li derdora Qoserê pevçûn derketiye û 2 endamên rêxistinê hatine kuştin. Lê belê keyayê gundê Qeterliyê ku bi traktorê kesên hatin qetilkirin tevî cendirmeyan û wezîfedarê goristanê yê ku spartin axê, diyar kirin ku kesên hatine qetilkirin sivîl in û cilên rojane li wan bûye. Tevî hemû hewldanan jî malbata wî nekarî zanibe Abdulvahap yek ji van kesan e yan na. Carek din ji nobedarê 24 salî Abdulvahap Ateş tu agahî nehat girtin.”

Ersoy bi bîr xist ku hemû hewldanên hiqûqî yên malbatê bêbersiv mane û di doza ku 19 sal şûnde hat vekirin de berpirsyar hatin beraetkirin û wiha pêde çû: “Malbata Ateş 30 sal in hîn nebû ku çi hatiye serê zarokên wan. Daxwazên wan ên edaletê nehatin cih. Rastî ji aliyê darazê ve hat nixumandin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo Abdulvahap Ateş û ji bo hemû windahiyên me edaletê bixwazim. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Piştre nameya birayê Abduvahap Ateş Omer Ateş ji aliyê Sebla Arcan ve hat xwendin. Di nameyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin gorekî birayên min hebe. Em dixwazin bizanin ka çi hatiye serê birayê me yê ku di 24 saliya xwe de ji destê me birin. Ji bo êşa dayika me ya ku ev 30 sal in qet kêm nebûye sivik bikin. Em xizmên windayan li ku bin bila bibin Qada Galatasarayê cihê ku em wêneyên windayên xwe hildigirin e. Dayikên Şemiyê yên hêja, dilê me her roja Şemiyê li Galatasarayê bi we re ye.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan bi dawî bû.