17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê astengî nas nekirin

Dayikên Şemiyê tevî hemû astengkirinên polîsan di hefteya 958’an de jî çalakiya xwe li dar xistin

Dayikên Şemiyê û parlamenterên ku piştgirî dan çalakiya dayikan, tevî hemû astengkirinên polîsan jî di hefteya 958’an de çalakiya xwe li dar xistin.

Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 958’an jî li Qada Galatasarayê hate domandin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik û Meral Daniş Beştaş, endamê Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Mûsa Pîroglû û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik piştgirî dan daxuyaniya vê hefteyê.

Dema parlamenteran ber bi Qada Galatasarayê ve dest bi meşê kirî, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran di bin wê dorpêçê de bertek nîşan dan. Di wê navberê de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder xwest bikeve meydanê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.

Dayikên Şemiyê jî ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di wê navberê de li pêşiya Pasaja Çîçekê ya li ser Cadeya Îstîklalê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û dorpêçkirin. Di vê navberê de welatiyekî bertek nîşanî polîsan da û ew welatî jî hate derbkirin. Dayikên Şemiyê, dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê protesto kirin.

 Polîsan dayik binçav kirin

Polîsan piştre jî destên Dayikên Şemiyê kelemçe kirin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de rojnamegeran xwestin dîmenan bikişînin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Li gelek navendan êrîş şermezar kirin

Şaxên ÎHD’ê û rêxistinên Civakî li Îzmîr, Wan, Edene û Êlihê êrîşên li dijî dayikan pêk hatin bi daxuyaniyên çapemeniyê şermezar kirin.

Polîsan li Edeneyê 18 kes binçav kirin

Dema endamên ÎHD’ê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, polîsan êriş kir. Di dema mudaxeleyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Zehra Ozkan, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sari, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Serhat Okmen,  Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, Hevserokê Seyhanê Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê Saniye Seçgîn, Nîhat Doganer, Çetîn Eye û Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik, Hasan Karabulut, Muslum Elîk, Nîhat Doganer û rêveberê ÇHD’ê parêzer Umît Buyukdag hatin binçavkirin.

 Rojnamemger birîndar bû

Di dema mudaxileya polîsan de nûçegihanê ajansa MA’yê Hamdûllah Yagiz Kesen jî kete erdê û serê wî li betonê ket. Li ser vê yekê bang li ambulansê hate kirin û Kesen rakirin nexweşxaneyê.