30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna edaletê bernadin

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku 30 sal berê li Çelê hat windakirin pirsîn. Dayikan anîn ziman ku ew dest ji lêgerîna edaletê bernedin.

Dayik ango Mirovên Şemiyê di hefteya 1004’an de ji bo aqûbeta windayan hîn bibin û faîl bên darizandin, çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên windayan hatin Qada Galatasarayê û dest bi çalakiyê kirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku di 7’ê hezîrana 1994’an de li navçeya Çelê ya Colemergê ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin, hat pirsîn. Xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de hat windakirin Aysel Ocak metna daxuyaniyê xwend.

 Daxwazên malbatan li ber çavan negirtin

Ocak diyar kir ku li welatên demokratîk hem di aliyê siyasî û hem jî di aliyê îdarî de beşdarbûna gel di rêveberiyê de girîng e û wiha got: “Nermbûn, ancax bi qanûn û mafên mirovan pêk were. Eger behsa ‘nermbûnê’ bê kirin, divê beriya her tiştî daxwaza me ya pratîzekirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn pêk were. Wezîrê Karên Navxweyî yê ku ev 29 sal in bêhiqûqî û bêedaletiya li ser me zêde kiriye, bila hemû daxwazên me yên randevûyê bêbersiv nehêle. Hikûmetên ku daxwazên mafdar û rewa yên gel li ber çavan negirin, nikarin demokratîk bibin û nerm bibin.”

Lêgerîn bê encam man

Ocak anî ziman ku Mehmet Zekî Dogan di 7’ê hezîrana 1994’an de dema li Lîseya Çukurca ya navçeya Çelê ya Colemêrgê weke personelê cemaweriyê dixebitî di serdegirtina mala xwe de ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin. Ocak wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata wî ji şêniyên taxê Mehmet Mehmet şahidê bûyerê ye gotin Zekî Dogan hatiye binçavkirin. Li herêmê bi belgeya destûra ku wergirtibû û serî li rayedarên fermî da, dest bi xebatên lêgerînê kir. Di encama lêgerîna li ser îfadeyên şahidan de li qiraxa Ava Zapê ya li nêzî Gundê Narliyê ku 5 kîlometre dûrî Çukurcayê hatibû valakirin, pêlav û çakêtê Mehmet Zekî Dogan hatin dîtin. Li cihê cilan jî şopa xwînê hebû. Lê belê lêgerîn bê encam man.”

Edaletê dixwazin

Ocak diyar kir ku tevî ku personelê cemaweriyê ye jî ji aliyê rêveberiya dibistanê ve tu tedbîr nehatine girtin û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî neketiye tevgerê û agahi nedane malbatê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rayedarên fermî li pêşberî pirsa malbatê ya ‘Gelo Mehmet Zekî Dogan hat qetilkirin’ bêdeng man. ‘Piştî hat binçavkirin avêtin Çemê Zapê?’ Dewlet erka xwe ya parastina mafê jiyanê ya Mehmet Zekî Dogan bi cih neanî. Rayedarên ku ji bo tespîtkirina delîlên bûyerê, eşkerekirina rastiya maddî û cezakirina kiryar û berpirsyaran bê helwest ma. Malbata wî ev 30 sal in ku çi hatiye serê Mehmet Zekî nizane. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Mehmet Zekî Dogan û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan a li Qada dorpêçkirî bi dawî bû.