29 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP û DEM Partî: Berpirsiyar DEDAŞ e

Hevserokên Giştî yên DBP’ê û DEM Partiyê bi girseyî serdana şîna qurbaniyên şewatê kirin. Hevserokan diyar kirin ku mesûliyeta mezin a şewatê DEDAŞ e.

Qurbaniyên di şewata li navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku rû dabû de, hatin veşartin. Serdana şîna qurbaniyan tê kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ku şandeyek girseyî pêk dihat, serdana gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve ku şîna 10 welatiyan lê hatiye dayîn kirin.

Şandeyê serdana malbatan kir û sersaxî ji malbatan re xwest.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku li vê derê bûyerek mezin û giran qewimî ye û got: “Em ê mil bidin milê hev û birînên gelê xwe, malbatên xwe bipêçin. Em hemû qurbaniyên xwe bi bîr tînin û ji hemû birîndaran re şîfayê dixwazin.”

Bayindir bi bîr xist ku li Kurdistanê her sal şewat derdikeve û wiha got: “Di vê şewata ku veguherî tofanê DEDAŞ berpirsiyar e. Tevî serlêdanên welatiyan jî DEDAŞ li van gundan dîrekan tamîr nekiriye. Bi her awayî hat îspatkirin. Berpirsiyarê şewatê DEDAŞ e. Em ji kêliya ewil a şewatê ve li vir in.”

Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û bal kişand ser îdiayên cidî yên têkildarî şewatê û xwest ev îdia bên lêkolînkirin. Bakirhan anî ziman ku gelek belge û şahid piştrast dikin ku şewat ji ber kêmasiya DEDAŞ’ê derketiye û got: “Pêwîste ev xemsariya DEDAŞ’ê bi lez û bez were lêkolînkirin. Tevî hişyariyên gelê me jî DEDAŞ xemsar tevgeriyaye. DEDAŞ berpirsiyarê vê şewatê ye. Divê ev der demildest wek herêma afetê bê ragihandin. Pêwîste xesara xelkê me were temînkirin.”

Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û wiha got: “Îro em êşa ku li vir dibînin me sala par jî li Mereş, Semsûr û Antakyayê dît. Çawa li wan bajaran xemsar tevgeriyan îro li vir jî xemsar tevdigerin. Ez sersaxiyê ji malbatan û gelê kurd re dixwazim. Ez şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim. Divê ku herêma şewatê wek herêma afete bê ragihandin. Divê ku mexdûriyeta gelê me ji holê rakin.”

Şande piştî daxuyaniyê çû serdana gundên din.