7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê 100 hezar kartpostal bişînin Îmraliyê

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut diyar kir ku di çarçoveya hamleya azadiyê de armanc dikin heta 15’ê sibatê 100 hezar kartpostal bişînin û got: “Civakên li Ewropayê eleqeyek mezin nîşan didin. Dîsa  em ê di 17’ê Sibatê de li Ewropayê mîtîngek mezin pêk bînin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî xebatên hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li Ewropayê pêş dikevin agahî da. Zubeyde Zumrut anî ziman ku 25 sal in Rêber Apo dîl hatiye girtin û wiha got: “25 sal in gelê kurd hem li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe. Ev têkoşîn îro li cîhanê belav bûye.”

Zumrut, destnîşan kir ku ev hamleyek cîhanî ye û wiha axivî: “Li dijî kompoyê di 10’ê Cotmehê de ev hamle ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin. Sedema 74 navendan jî ji ber 74 saliya Rêber Apo ye. Êdî Rêber Apo divê bi vê temenê xwe li zindanê neye girtin û azad bibe. Rêber Apo di lêhûrbûna 25 salan de paradîgma û felsefeyek nû derxist holê. Ev pêngav gerdûnî û cîhanî ye. Li zêdeyî 100 navendan daxuyanî hat dayîn û bi hev re ketin nava pêngavê.”

Zumrut, bal kişand rol û rista CPT û saziyên mafên mirovan ên Ewropayê û wiha lê zêde kir:  “Civakên li Ewropayê paradigma û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe esas digirin. Yên biryara tecrîdê dane dewletên Ewropayê ne. Dostên Rêber Apo ev helwesta dewletan dîtin. Saziya CPT û Navenda Parastina Mafên Mirovan a Ewropa ye. Lê ketiye bin kontrola siyasetê. Heta niha CPT neketiye tevgerê. Eger Parlamentoya Ewropayê îro ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe biryarê bide, dewleta tirk nikare li ber vê biryarê rabe. Parlamentoya Ewropayê û dewletên Ewropayê rola wan pir girîng e. Ji ber vê yekê rêxistinkirin û plankirina vê pêngavê her wiha destpêka vê pêngavê me li ser Ewropayê da destpêkirin. Tevlêbûn û coşek mezin heye. Dostên kurdan pirtûkên Serok xwendin. Di nava civaka xwe de xwendin û parve kirin. Ji bo pirtûkên serokatiyê eleqeyek mezin heye. Li ser pirtûkên Serok lêhurbûn û lêkolînek zêde heye.

Dê heyetê bişînin Îmraliyê

Zumrud, destnîşan ku di çarçoveya pêngavê de heyetek şandin û ji niha û şûnde jî dê heyetekê bişînin Îmraliyê û wiha axivî: “Niha em amadekariya heyedek din dikin. Di nava vê heyete de dê parêzer, parlamenter û parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên civakî dê hebin. Em bi salan diyar dikin ku li girava Îmraliyê îşkence heye, pergalek li dijî hiqûqê heye. Lê zêde ev yek nayê dîtin. Me dixwazin heyetek ji Ewropayê here ew bi çavê xwe vê rewşê bibîbin û bidin xuyakirin. Vê pergala Tirkiyeyê teşhîr bikin.

Dê 100 hezar kartan bişînin Îmraliyê

Zumrut, got ku di 8’ê çileyê de kampanya şandina kartpostalan dane destpêkirin û wiha axivî: “Kartpostal di çarçoveya hamleyê de ye. Dost jî tev li kartşandinê dibin. Dostên me kar û xebatên hamleyê birêxistin dikin. Nûnerên federesayon, konfederasyonê û gelek saziyên di nava xebatên kartpostalan de cih digirin. Parlamenter, siyasetmedar tev li şandina kartpostalan dibin. Armanca me ew e ku heta 15’ê sibatê 100 hezar kartpostal bişînin Îmraliyê.”

Di 17’ê sibatê de mîtînga mezin

Zumrut, herî dawî bilêv kir ku dê di 17’ê sibatê de mîtîngek mezin pêk bînin û wiha bi dawî kir: “Niha amadekariya mîtîngê didomin. Dê ji hemû welatên ewropayê werin li bajarê Kolnê yê Almanya tev li mîtîngê bibin. Dê hemû Kurdistanî werin li Kolna Almanyayê kom bibin û bi girseyî beşdarî mîtîngê bibin. Ji bo demdirêj xebatên dîtir hene. Her demsalek plansaziyek tên kirin û li gorî wê xebat tên kirin.