27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê 4’ê Nîsanê parkeke mezin bê vekirin

Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina parkeke mezin li herêmê dike û li gel wê lêkolînekê li ser avakirina parkeke din li Hesekê dike.

Daîreya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser di 14’ê Çileyê de dest bi projeya avakirina mezintirîn parka li herêmê li Hesekê kir. Park li ser 45 doniman dê were avakirin.

Li gorî Rêveberiya Xweser mezintirîn parka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 4’ê Nîsanê de were vekirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser avakirina Pira Bêrûtî ya Nû ya li Hesekê beriya çend rojan bi dawî kir.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê jî avakirina parkeke bi rûbera 18 doniman li taxa Xiwêran a Hesekê lêkolîn dike.