2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ragihand ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê destpêkirin.  

Axaftinên di konferana Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a li Amedê de didomin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di destpêka axaftina xwe de beşdara silav kir û wiha got: “Zîhniyeta “Kurd tune ne, heke hebin jî ji bo xizmetê bo tirkan bikin hene” bi “Plana Têkbirinê” tê domandin. Hewl didin gelê kurd bêîrade û bêstatû bihêlin. Armanca ji temamiya êrîşên li dijî erdnîgariya Kurdistanê jî ev e. We her tiştek kir. We deh sal berê got ‘em ê biqedînin.’ Lê nekarîn biqedînin. Li vê eywanê peyama vê ji we re tê dayîn. Em dixwazin azad û birûmet bijîn. Em azadiyê dixwazin. Em ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn azadiyê dixwazin. Vaye îro em dibînin bê ka gelê Filistînê çawa tê qetilkirin. Em dizanin bê ka kî li dijî sivîlan, jinan û zarokan komkujiyan dikin.  Sedema vê jî zîhniyeta netewe dewletê ye. Em dibêjin ku çareserî ev nîne.”

Dê bimeşin Gemlîkê

Bi domdarî Ozturk bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Abdullah Ocalan her tim bû dengê azadî û aştiyê. Ji sala 1993’yan heta niha gelek hevdîtin kir. Tevahiya raya giştî encamên van hevdîtinan jiyan. Di van hevdîtinan de me dît ku ji bilî netewe dewletê, çareseriyeke din jî heye. Lê belê ji 5’ê nîsana sala 2021’an heta niha tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan didome. Ev tecrîd li dijî demokrasî, pêkvejiyan û azadiyê ye. Lewma em ê di 18’ê mijdarê de ji çar aliyên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bidin destpêkirin. Yên daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin divê tev li vê meşê bibin. Ev tecrîd, li dijî demokrasî û azadiyê ye. Heta ku ev tecrîd bidome, dê berxwedana me jî bidome. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê têkoşîna me bidome. Em ê bi vê meşa sekna xwe nîşanî hemû cîhanê bidin.”

Ozturk, axaftina xwe bi gotina “Tekane rêyek heye, ew jî azadî ye” bi dawî kir.