18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire’

 Rêxistinên civaka sivîl têkildarî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da û gotin ku dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran hatin kirin, li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de pankarta “Muxalîf, parêzer, siyasetmedar û gelê kurd nayê krîmînalîzekirin” hate vekirin. Endam û nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Çepên Kesk, Alinterî, Partiya Şoreşger, Karala, Federasyona Şoreşgerên 78’an û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Enqereyê parêzer Nîlay Nayman axivî.

‘Nikarin gele kurd bê deng bikin’

Nayman, “Çawa ku polîtîkayên şer ên bi dehan salaye li dijî gelê kurd tên kirin nekarîbin gelê kurd bêdeng bikin, dê îro jî nekarin bêdeng bikin. Her ku hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin, îktîdar hewl dide bi dijwarkirina faşîzmê gel bitepisîne. Lê tiştek ji ber hizra wan diçe ku ew jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gel bi van êrişan dê neyê sekinandin. Biryara bisînorkirinê ya dosyayên lêpirsînan di salên dawî de êdî bûye sepaneke asayî. Serhat Eren li Amedê bi îşkenceyê hate binçavkirin û bi saetan tu agahî jê nehatin girtin. Heta nehat zanîn bê ka li ku tê ragirtin. Piştî 10 saetan agahî jê hate girtin û parêzer pê re hevdîtin kir. Her wiha parêzerê rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatin girtin Resûl Temûr jî hate binçavkirin. Di lêgerîna bûroya Temûr de agahî û belgeyên pîşeyî jî li dosyaya wî hatine zêdekirin.”

‘Xebatên qanûnî û demokratîk krîmînalîze dikin’

Bi domdarî Nayman diyar kir ku wezîrê karên hundir demekî kin piştî operasyonê daxuyanî daye û wiha pê de çû: “Bi daxuyaniya xwe li xwe mikûr hat ku fermanê didin darazê. Karîneya bêgunehiyê ya şexsan binpê kir û xebatên qanûnî û demokratîk krîmînalîze kir. Ev êrişên li dijî mafê agahîgirtinê, mafê parastinê, xwe birêxistinkirinê û azadiya xweîfadekirinê hatine kirin nîşan didin ku îktîdara siyasî darazê weke çoyekî bi kar tîne.”

‘Divê wekheviya propagandayê hebe’

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Vedat Bulut jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê rapora AGÎT’ê hate weşandin û ji ber neafirandina mercên hilbijartineke adilane rexne hatin kirin. Ji ber ku parastina sindoqan û bikaranîna dengan nayê wateya hilbijartineke adilane. Divê wekheviya propagandayê hebe, şexs bi awayeke azad bikarin namzetiyên xwe eşkere bikin û polîtîkayên xwe bi civakê re parve bikin.”

‘Divê em hêzên xwe bikin yek’

Li ser navê Federasyona 78’iyên Şoreşger jî Ahmet Tellî axivî û got ku ev bûyerên gefxwarinê zêdetirî 40 sal in tên kirin û ev bang kir: “Li dijî van hewldanan divê em hêzên xwe bikin yek. Divê em liv û tevgerên xwe yên birêxistinkirî mayinde bikin.”

Li ser navê Alinteriyê jî Zarîfe Çamalan axivî û ji ber bêdengiya Tifaqa Milet bertek nîşan da.

Denîzlî

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Denîzliyê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û êriş protesto kirin.

Hevseroka HDP’a Denîzliyê Şerîfe Yildirim diyar kir ku ew bi sedema êrişa îktîdara AKP’ê û daraza di bin kontrola wê de baş dizanin û wiha axivî: “Armanca vê operasyonê dizîna sindoqan û vîna gel e. Li dijî civakê û tercîhên wê yên siyasî gefek e. Banga me ya ji bo her kesên dixwazin ev pergala gef û şantajan bi dawî bibe û hesaba bêhiqûqiyên heta niha bên pirsîn ew e ku helwesteke eşkere nîşan bidin. Divê li şûna her kesê hatiye binçavkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes li berpirsyartiya xwe rabin û xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyê tev li têkoşîna çalak bibin.”