18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê poşmanî jî wan xelas neke

Serokkomarê dewleta Tirkiyeyê her cara ku bi dewletên Rûsya û Amerîka re hevdîtin dike teqez li rojhilata navîn bûyerên mezin rû didin. Herî zêde jî kurd ji van bûyeran bibandor dibin. Bi taybet helwesta li hemberî kurdan wekî çekê bi kar tîne û di encama hevdîtinan de êrîşên nû pêk tîne.

Di civîna Tehranê de nirxandinên ku Tirkiyeyê daxwazên xwe bi encam nekirine hatin kirin lê piştî civînê komkujiya Zaxoyê kir. Her wiha di êrîşên Şengalê û Rojava de gelek sivîl hatin qetilkirin. Dîsa gefa dakirkirinê li Rojava xwar.

Piştî civîna li Têhranê, Erdogan çû Moskovê û bi Pûtîn re hevdîtin kir. Di encamnameya civînê de dîsa hate nirxandin ku Erdogan destûra dakirkirina Rojava wernegirtiye. Li gorî xuya dikir şêweya ku Erdogan dixwest bişopîne nehatibû pejirandin. Lê di axaftinên Erdogan ên vegerê de diyar bû hinek pêşketinên nû hebûn. Berê jî dihat zanîn ku Pûtîn dixwaze Tirkiye pirsgirêkên li Suriyeyê bi Esad re guftûgo bike û wisa bi encam bike. Lê Erdogan qebûl nedikir. Bes vê carê Erdogan ev xwesteka Pûtîn bi lêv kir û anî ziman ku rêxistina wan a îstîxbaratê bi Esad re hevdîtin dike. Ev daxuyanî balkêş bû. Piştî Erdogan wezîrê karên derve jî diyar kir ku hevdîtin têne kirin. Berî du rojan wezaretê careke din di heman çarçoveyê de daxuyanî weşand.

Piştî civîna Tehran û Moskovayê dewleta Tirkiyeyê êrîşên hewayî gelek zêde kirin. Her roj êrîşên nû dike û di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Xuyaye Tirkiye ditirse ku operasyoneke nû bike. Lê taktîka êrîşan diguhere. Di cihê ku bi awayê fîlî dagir bike dixwaze bi êrîşên dronan xwestekên xwe bide qebûl kirin. Lê hinek tiştên ku Tirkiye hêsan digire dest û hesab nake hene. Di vê navberê de du geşedanên nû çêbûn.

Yekemîn cara ewil HSD diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya tolhildanê de li sê hedefên Tirkiyeyê xistine û di encamê de 23 leşkerên tirk hatine kuştin û anî ziman ku ji îro pê ve dê ji bo her êrîşê bersiva tolhildanê bidin. Ev jî tê wê wateyê ku HSD xwe ji şerekî dijwar re amade kiriye.

Duyemîn jî li cihên ku dewleta tirk dagirkirine xwepêşandan hatin li darxistin. Li Cerablus, Bab û gelek navçeyan ji ber ku dewleta tirk got ku ew bi Esad re hevdîtinan dikin, xwepêşandanên nerazîbûnê hatin li darxistin. Di van çalakiyan de li hemberî dewleta tirk sloganên tund hatin berzkirin û alayên Tirkiyeyê anîn xwarê û şewitandin. Berî niha jî li hinek cihan çalakî çêbûbûn lê tu caran negihîştibûn vê astê. Artêşa Sûriyeya Azad zû bi zû qebûl nake ku Tirkiye bi Esad re pirsgirêkan çareser bike. Tê zanîn ji bo ku Esad nikare bi Tirkiye re rê bimeşe divê dev ji piştgiriya muxalefeta di pêşengiya Artêşa Sûriyeya Azad de berde. Ev derdor jî vê rastiyê baş dizanin. Lewma naxwazin destkeftiyên wan ji dest herin. Di heman demê de ev derdor hemû hevparê sûcê mirovahiyê ne. Bi dewleta tirk re tevlî gelek sûcan bûne. Tirkiye dikare bêje ‘ev sûc ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve hatine kirin û bila werin darizandin.’ Wê demê kesên ku di van karan de cih girtine hemû dê werin darizandin.

ASA vê rastiyê dizane lewma zû bi zû naxwaze Tirkiye bi Esad re hevdîtinan bike. Wekî din jî ASA di der barê dewleta tirk de xwedî gelek agahî ye. Ew jî dê bixwaze van agahiyan li hemberî dewleta tirk bi kar bîne. Ji her aliyî ve rewş xeter e. Ji bo ku ASA dengê xwe neke di van deman de hinek fermandar û berpirsiyarên ASA dikarin werin kuştin jî. Lewma pêwîst e rewş baş were şopandin.

Desthilata Erdogan ji destpêkê ve polîtîkaya xwe li hemberî hilweşandina Esad diyar kir. Çeteyên ku avakirin jî li ser têkçûna Esad organîze kirin. Ango stratejiya xwe hemû li ser dijberiya Esad ava kir. Lê niha tîne ziman ku hevdîtinan dikin. Ev jî tê wê wateyê ku Erdogan dê çeteyan bike qurban ji bo xwe.

Lê gelo ji bo çi dike qurban? Ji bo li hemberî kurdan bi ser bikeve. Dijminatiya Erdogan ya li hemberî kurdan wî ber bi Esad ve dibe. Berî çend rojan wezîreke tirk bi aşkera anî ziman ku hemû hewldanên wan ji bo pêşîgirtina li statuya kurdan e. Ji bo kurd nebin xwedî statu li xelkê surî xwedî derdikevin û çeteyên wir destek dikin.

Dijminatiya kurdan Erdogan ber bi stratejiyên qirêj ve dibe. Stratejiya wî hemû li ser hilweşandina destkeftiyên kurd e. Niha hêz û rêxistina kurdan wî dixin nav tirs û xofê. Dizane ku hilweşîna wî dê ji destê kurdan be. Lewma dikeve nav hewldanên curbecur. Ji aliyekî ve dixwaze bi alîkariya hinek kurdên hevkar xwe wekî dostê kurdan nîşan bide ji aliyekî ve jî dixwaze kurdan tune bike. Fikra hebûna kurdan bi serê xwe ji bo psîkolojiya wî xera bibe têrê dike.

Di pêvajoya 2013-2015’an de Erdogan ji bo ku dikaribe tirba mezinekî xwe ji nav destê DAÎŞ’ê derxe xwe avêt ber lingên hêzên kurd. Bi alîkariya YPG û YPJ’ê tirb ji nav axa ku DAIŞ lê serwere girtin û anîn li cihekî ku di bin serweriya hêzên kurd de ye careke din çêkirin. Rayedarên wê demê spasiyên xwe diyar kirin. Ev rewş jî bi destûra rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan pêk hatibû. Birêz Ocalan ji bo wê demê têgeha ‘Giyana Eşme’ bi kar anîbû. Dixwest ku ew piştgirî di çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina aloziya Rojhilata Navîn de were xurtkirin. Lê mixabin dewleta tirk di cihê piştgiriyê de pişta xwe da û kete nav hewldanên tunekirina hebûna kurdan.

Erdogan heta niha bi dehan caran aniye ziman ku ew ji aliyê hinek derdoran ve hatine xapandin û poşmaniya xwe diyar kiriye. Geh cemaatê ew xapand, geh Yekitiya Ewropayê; geh NATO ew xapand geh Rûsya. Dema geşedan li gorî dilê wî naçin dibêje ez hatim xapandin. Lê di rastiyê de Erdogan ne yekî ku tê xapandin e. Ew bixwe dixwaze hêzên li hemberî xwe bixapîne lê dema bi ser nakeve dibêje ‘ez hatim xapandin.’

Îca dibe ku di şerê li hemberî kurdan de jî bêje “ez hatim xapandin.” Şerê ku îro dewleta tirk li hemberi tevgera azadiyê û gelê kurd dimeşîne xitimiye. Tirkiye dike nake nikare serkeftinekê bi dest bixe. Desthilata Erdogan ketiye rewşeke kambax. Hilbijartin nêz dibin û her diçe rêjeya dengên wê kêm dibin. Ji bo dengên xwe zêde bike pêdivî bi serkeftenekê dibîne. Dixwaze vê serkeftinê jî bi dagirkirina Rojava pêk bîne. Lê mixabin herdu geşedanên nû ku min behs kir Erdogan ji serkeftinê dûr dixe. Dawiya dawiyê Erdogan dê hem ji dêrê bibe hem ji mizgeftê. Dibe ku careke din bêje ez hatime xapandin û poşmanim. Dibe ku bêje “yên ku me digotin dost in em û kurd berdane hev. Ez hatim xapandin. Ez poşman im.” Lê ev poşmanî jî dê Erdogan xelas neke. Li hemberî gelê kurd her roj sûcê mirovahiyê dike. Bêyî ku çavê xwe bimiçiqîne sivîlan dikuje, çekên kîmyewî bi kar tîne û operasyonên qirkirina çandî, siyasî, ziman û hwd. dike. Îca em careke din bipirsin: gelo poşmanî dê Erdogan xelas bike? Tenê ne Erdogan, kîjan hêz û kesan li hemberî gelê kurd bêrêzî kiribe û polîtîkaya qirkirina kurdan meşandibe dê hesab bide.

Dibe ku niha hinek hêzên ku xwe wekî nûnerên kurdan nîşan didin û bi dijminên kurdan re tevdigerin di nava xwe de bêjin “Ma ne em jî kurd in, tiştek bi me nayê.” Nexêr, dem ji bo wan jî tije dibe. Geşedan wisa didin nîşan dan ku ew jî dê para xwe bigirin. Têkçûna hêzên dagirker di heman demê de dê bibe têkçûna wan jî.

Hewa giran e, êrîş giran in lê remza serketina gelê kurd jî xwe diyar dike. Ev 15’ê Tebaxê dê bibe mizgîniya rojên nû. Poşmanî jî dê ji bo wan nebe rêya revê