7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û di hucreyekê de di bin tecrîdeke girankirî de ye hevdîtinê bikin serlêdan kirin. Ozbîngol û Turkdogan ji bo bi Ocalan ê 39 meh in agahî jê nayê wergirtin re hevdîtinê bikin bi daxwaznameyekê serî li Wezareta Dadê dan.

Hevdîtinên dawî hatin bibîrxistin

Di daxwaznameya serlêdanê de hate bibîrxistin u ji Ocalan û Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de tên ragirtin demekî dirêj e agahî nayê wergirtin. Di daxwaznameyê de qala hevdîtina dawî ya Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û parêzerên xwe re kirî hate kirin û wiha hate gotin: “Qedexeya hevdîtina biparêzer re ya birêz Ocalan û hikumxwariyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ji tîrmeha 2011’an ve heta 2’yê gulana 2019’an 8 salan bi awayekî bênavber hatiye berdewamkirin. Hevdîtina bi parêzer re di sala 2019’an de 5 caran pêk hatiye û piştî hevdîtina dawî ya bi parêzeran re ya bi dîroka 7’ê tebaxa 2019’an ve pêkanîna qedexeya bênavber dîsa hatiye destpêkirin.”

Hincet nayên ragihandin

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku daxwazên hevdîtinan ên parêzer û endamên malbatê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta cezayên dîsîplînê yên hatine dubarekirin tên astengkirin û cezayên dîsîplînê ji parêzeran re nayên ragihandin û der barê hincetan de tu agahî nayên dayîn.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku parêzerên Ocalan di sala 2014’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û DMME’yê ji bo cezayê hefsê yê muebeda girankirî yê “Bêyî mafê wî yê berdana bişert hebe heta mirinê dê di girtîgehê de be” biryar daye ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya “qedexeya îşkence û mûameleya xerab” hatiye binpêkirin. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê ji bo biryara DMME’yê were bicihanîn di 26’ê tîrmeha 2021’an de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dane û li ser agahî xwestina ji Komîteyê di bersiva Wezareta Dadê şandî de hatiye qebûlkirin ku rejîma înfazê ya li ser Ocalan tê pêkanîn “îstîsna” ye.

Ji rastiyê dûr e

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku di serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn hatin kirin de ji Wezareta Dadê nêrîn hatiye xwestin, Wezaretê di bersivê de îdia kiriye ku “li Girtîgeha Îmraliyê mûameleya xerab nîne”, di hevdîtinan de “pirsgirêkên ji ber sedemên nediyar derketine” û ev rewş “maqûl” e. Di serlêdanê de hate gotin nivîsa bersivê ya Midûrîyeta Giştî ya Girtîgehan ya bi dîroka 23’yê sibata 2024’an Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ji rastiyê dûr e û hate gotin: “Wezareta we nekariye hincetên hiqûqî yên rewşa neagahdarkirina mutleq a ji tecrîdê wêdetir rave bike.”

Nayê qebûlkirin

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), di rapora xwe ya 5’ê Tebaxa 2020’an de li ser serdana Girtîgeha Îmraliyê ya sala 2019’an nirxandiye ku Ocalan û sê kesên din di rewşeke ku têkiliya wan bi cîhana derve re bi temamî bê qedexekirin de ne û ev rewşa ku nahêlin bi tu kesî re hevdîtinê bikin, cureyeke hefsa hucreyê (incommunicado) ye. Di serlêdanê de wiha hate gotin “CPT’yê di nirxandina xwe de anî ziman ku rewşeke wiha nayê qebûlkirin û ev yek li dijî belge û pîvanên mafên mirovan ên navnetewî ye.”

Tevdîra hevdîtina lezgîn

Hat diyarkirin ku parêzerên Abdullah Ocalan di dawiya sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dane. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Komîteyê ev serlêdan ji Tirkiyeyê re şand û weke tevdîreke demkî xwest ku dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a ‘incommunicado’ were anîn, parêzer bêyî astengî bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê belê Tirkiyeyê tevî yekê jî tu gav neavêtin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Girava Îmraliyê, bi awayekî eşkere Qaîdeyên Kêmtirîn Standart ên Têkildarî Muameleya Derheqê Girtiyan de ya Neteweyên Yekbû (Qaîdeyên Nelson Mandela) ku di sala 2015’an de hatibûn nûjenkirin, pêşniyarên CPT’yê û Qanûna Înfazê ya Hejmar 5275 a Tirkiyeyê binpê dike. Dewlet mecbûr in ku bêyî ku li nasname û cezayên girtiyan binêrin, rê bidin ku girtî mafên xwe bicih bînin.

Divê tavilê bi cih bên

Di serî de weke ku di rêgezên 8 û 19 ên di Rêgezên Sereke yên Neteweyên Yekbûyî yên Têkildarî Rola Parêzeran de hatiye diyarkirin; parêzer divê bêyî ku rastî tu zext, astengkirin, mudaxileyên bi rêya tacîz û nelirê bên divê hem li welat hem jî li derveyî welat bi rehetî xebatên xwe yên pîşeyî bi cih bînin û bikarin rêwîtiyan bikin. Her wiha divê bi rehetî bikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Di heman demê de li gorî Xala 59’emîn a Qanûna Hejmar 5275 a Têkildarî Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê, mafê hikûmxwaran heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Eşkereye ku divê qedexeya derhiqûqî ya hevdîtina bi parêzeran re li Girtîgeha Girava Îmraliyê tavilê bê rakirin û parêzer bi domdarî biçin serdanê.”

Daxwaza hevdîtinê hate kirin

Di serlêdana hevdîtinê de ev daxwaz hatin kirin:

“* Divê polîtîkaya agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku êdî sînorê tecrîdê jî derbas kiriye were bidawîkirin, rêgezên hiqûqa gerdunî bên naskirin, Abdullah Ocalan û hikûmxwarên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim bikarin bi vasî, malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê hûn tavilê bikevin nava hewldanên pêwîst û mecbûrî.

* Em ji we dixwazin ku hûn weke Serokê HSK’ê ji bo derheqê kesên li Girtîgeha Girava Îmraliyê dibin sedema rewşa agahînegirtina mutleq de her cureyên edlî û îdarî bên destpêkirin bikevin nava hewldanan.

* Em dixwazin hûn destûrê bidin ku weke parêzer û Hevberdevkên Komîsyon Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin.”